'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe' 2023-06-09 09:02:00   AMED - Welatiyan destnîşan kirin ku heta meseleya kurd çareser nebe, aboriya Tirkiyeyê rast nabe.    Krîza aborî ya ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê her diçe kûrtir dibe, piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê kûrên dowîzê pêl bi pêl zêde bûn. Ev yek bû cihê fikarên mezin. Amediyan îşaret bi berpirsên krîzê kirin û gotin ku pirsgirêka mezin ew e ku piraniya budçeyê ji bo şer tê veqetandin û heya meseleya kurd neyê çareserkirin, ne pêkan e ku aborî rast bibe.    'JÊ XIRABTIR TUNE YE'   Ji welatiyan Mehmet Bîter, diyar kir ku ji vê aboriyê xerabtir aborî tune ye û got: "Sedema vê jî polîtîkayên şaş in. Heya hûn li çiya û keviran bidin, dê aborî rast nebe. Demildest divê dest ji vê ferasetê bê berdan."    ‘DIVÊ DESTHILAT BIGUHERE'   Ûmût Torban jî bal kişand ser bihabûna fiyetên şekir û çayê jî û got: "Tekane rêya xelasiya ji krîzê guherandina vê pergalê ye. Çandinî û sewalvanî nema ne. Hilberîn tune ye. Em bûne pêgirtiyên derve. Ji bo guherandinê hêvî heye, lê zehmet e."    Îsmaîl Yildiz jî diyar kir ku ev mesele bi guherandina Wezîrê Xezîne û Maliyeyê nayê çareserkirin û got: "Ger li cihekî şer û dizî hebe, helbet dê qaseya xezîneyê vala bibe. Tekane rê heq, hiqûq û edalet e. Lê hêviya min ji vê desthilatê tune ye."    ‘LI KAR DIGERIM LÊ TUNE YE'   Leyla Karaliyê jî bi lêv kir ku ew hewl dide mehê bi 2 hezaran debara xwe bike. Karaliyê diyar kir ku ji vî pereyî 450 lîreyî heqê kirê dide û got: "Jiyan zehmet bûye. Ez li kar digerim lê bi dest min nakeve."    Abdûrrezak Memîş jî ku bi meaşê kêm dixebite got ku ji bo ku ew debara xwe bike, zêde dixebite. Memîş da zanîn ku ji meaşê ku distîne 2 hezar û nîvan dide heqê kirê û hezar û hezar û nîv jî dide heqê fatûreyan û bi yê mayî jî hewl dide pê debara 5 kesan bike. Memîş destnîşan kir ku sedema vê rewşê polîtîkayên navxweyî û derve yên hikûmetê ne û got: "Heya pêgirtîbûnê bi derve re hebe dê enflasyon û dolar zêde bibin. Ez yeqîn nakim ku rewşa aboriyê baş bibe. Ez yeqîn nakim ku bi hatina Mehmet Şîmşek rewş baş bibe. Belkî ji bo demeke kurt barê wê sivik bibe, lê wê ne mayin de be. Aborî encax bi çareserkirina meseleya kurd, bi ranebûna balafiran û bi aramiyê çareser bibe."    NIKARIN ZEBEŞEKÎ BIKIRIN    Cemîl Bîçer jî destnîşan kir ku ew nanoziko dixebitin û 2 zarokên wî betal in. Bîçer bi lêv kir ku nikarin debara xwe bikin û got: "Ji ber nebûna proteîn û vîtamînan êdî mêjiyê me naxebite. Berê me bi qaseyan fêkî dikirî, lê niha em zebeşan bi pariyan dikirin. Ma ji vê rezîltir tiştek heye? Feqîrtî ev e; şebeşek bûye 100 TL. Berê kîloya zebeş bi 3 lîreya bû."    Esnaf Fahrî Şaşmaz jî bi lêv kir ku cara ewil e ku krîzeke wiha dibîne û bal kişand ser bihabûna fiyetan.    MA / Mehmet Guleş - Şîlan Çîl