Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe 2023-06-09 09:02:13 WAN - Waniyan diyar kir ku divê HDP'î daxilî nava gel bibin û gotin ku dê bi vê yekê re serkeftinên mezin bi dest bikevin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk piştî di hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de rayên wan kêm bûne, ji bo diyarkirina nexşerêya serdema nû dest bi xebatan kirin. Waniyan têkildarî pêvajoya nû ku HDP û Partiya Çepên Kesk ew daye destpêkirin, gotin ku divê partî daxilî nava gel bibin.    Naîm Zerdeşt bi lêv kir ku di hilbijartinê de li bajarên Kurdistanê serketineke mezin bi dest ketiye û got ku ji ber ku TÎP bi lîsteyeke cuda daxilî hilbijartinê bû ray kêm bûn. Zerdeşt diyar kir ku divê HDP û derdorên sosyalîst di bin heman banê de bên cem hev û got: "Ger ev pêk bê, dê serketinên girîng bi dest bikevin. Niha li Kurdistanê girseyek heye ku partiya me bîne asta berê. Bi kongreyê re divê hevdîtin bi vê girseyê re bê kirin. HDP, divê êdî dakeve nava gel û gel qaneh bike."    ‘DIVÊ RÊYA SÊYEM ESAS BÊ GIRTIN'   Ji esnafan Garîp Yavîç jî destnîşan kir ku wekî her partiyê divê HDP jî muhasebeyekê bike û got ku biryara ji bo lidarxistina kongreyê jî girîng e. Yavîç wiha domand: "Divê siyaset di warê gel de bê kirin. Ji niha û pê ve divê HDP Rêya Sêyan esas bigire û ne temsîlî, demokrasiya rasterast pêk bîne."    ‘DIVÊ DENGÊ GEL BÊ GUHDARKIRIN'   Ahmet Er jî destnîşan kir ku biryarên HDP'ê yên piştî hilbijartinê biryarên di cih de ne û got: "Di hilbijartina bê de, divê HDP bi namzetên xwe û bi hêza xwe ya xweser daxilî hilbijartinan bibe. Di vê hilbijartinê de ger namzetê xwe daniya, belkî encam pir cuda bûya. Lewma li Kurdistanê rayên wê hinekî kêm bûn. HDP, divê vê pêvajoyê baş binirxîne û nexşerêya xwe bi zelalî çêbike. Her wiha tekane tişta divê bê kirin jî ew e ku guh li gel bike û polîtîkayên xwe bi gel re bi rê ve bibe."    Mahmût Arslantosûn jî anî ziman ku bi lêv kir ku divê HDP ji herêmê ber bi navendê ve ber bi kongreyê ve biçe û got: "Em gel êdî ji partiya xwe li benda tiştên cuda ne." Cevat Yavîç jî rexne li HDP'ê kir û got ku ji gel dûr ketiye, lê dîsa jî wê gelê kurd li cem partiyên xwe be û kes nikare wan reşbîn bike."