Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan 2023-06-09 09:02:24 MÊRDÎN - Memdûh Parilti ku di Girtîgeha Eregliyê de ye, çendî înfaza cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî 6 meh in nayê berdan. Parilti, 30 sal û 6 meh in girtî ye.    Memdûh Parilti di 2'yê Mijdara 1992'yan de li navçeya Qoser a Mêrdînê hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn. Lê çendî Parilti înfaza cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî, 6 meh in ji ber Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Ereglî ya Konyayê nayê berdan.    Birayê Memdûh Parilti, Veysî Parilti bi lêv kir ku ji ber ku birayê wî negotiye "PKK rêxistina terorî ye" û "poşmantiyê" qebûl nekiriye, Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wî taloq kiriye.    Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Veysî Parilti, destnîşan kir ku lijneya îdareyê ne lijneyeke hiqûqî ye û got: "Mirovek cezayê xwe temam kiriye, lê bêyî dadgehê, bêyî dozger bi biryara lijneyekê nayê berdan. Ev binpêkirina mafên mirovan e." Parilti destnîşan kir ku lijneyê ji birayê wî pirsiye ku ka poşman e yan na û got: "Ew ji ber vê bîrdoziyê, ji ber vê bawerî û fikrê hatiye girtin. Piştî vê saetê dê ji ber çi poşman bibe. Jê pirsî ne gava derkeve dê biçe ku derê, wî jî gotiye dê biçe cem zarok û neviyên xwe. Jê pirsî ne bê ka PKK rêxistina 'terorê' ye yan na. Wî jî gotiye na. Jixwe ji ber vê dozê hatiye girtin. Sûcê wî çi dibe bila bibe, cezayê xwe temam kiriye û divê bê berdan. Ne hiqûq heye ne edalet. Ji ber nebûna hiqûqê tevî birayê min 200 kes bi vê yekê re rû bi rû ne."    Parilti bang li desthilatê û Wezareta Dadê kir û got: "Qet nebe wezaretek e bi navê edaletê ye. Vê bêedaletiyê ji holê rakin."    Parilti destnîşan kir ku li Tirkiyeyê meseleya edaletê girêdayî meseleya kurd e û got: "Mesele ji ber ziman, çand, dîrok û têkoşîna hebûn û tunebûnê ya kurdan e. Jixwe ger ev mesele bên qebûlkirin û çareserkirin, dê edalet bi xwe pêk bê. Ev, heya neyên qebûlkirin, dê li vî welatî ne edalet ne jî hiqûq rast nebin. Dê aborî jî rast nebe."    MA / Ahmet Kanbal