Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin 2023-06-09 09:02:42 ENQERE - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş Altin diyar kir ku ew ê li Meclisê ji bo ciwanan bixebite û got ku ew ê tevî jinên ciwan rêya guherînê bibînin.    Li Tirkiyeyê her ku diçe pirsgirêkên ciwanan zêdetir dibin. Ciwan, ji ber sedemên aborî nikarin debara xwe bikin û ji bêgavî dest ji dibistanê berdidin. Li gor daneyên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiyeyê ji sedî 7,6'ê ciwanan perwerdehiya xwe di nîvî de hiştine û ji sedî 48,1'ê wan ji ber sedemên aborî ne.    Parlamentera herî ciwan a Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş Altin, polîtîkayên desthilatê yên li hemberî jin, ciwan û zarokan nirxandin.    Guneş got: "Wekî jineke ciwan, ez dixwazim li Meclisê yek ji xebatên min jî ji bo ciwanan be. Ez dixwazim di vî warî de li qadê der barê ciwanan de bixebitim, qadên ku ciwan tê de zehmetiyê dikişînin tevî ciwanan tespît bikim û paşê li Meclisê polîtîkayekê bikim û bi vî rengî xebatên xwe bidomînim."    FIKARÊN CIWANAN ÊN JI BO SIBEROJÊ   Guneş anî ziman ku ciwanên Tirkiyeyê ji ber nediyariya siberojê hewl didin biçin welatên din û wiha berdewam kir: "Em dibînin ku li Tirkiyeyê ciwan nikarin jiyanekê ava bikin û ji ber vê bêhêvîbûnê berê xwe didin welatên din û dikevin nava hewldan û lêgerînên din. Em dixwazin li ser vê meseleyê hûr bibin. Em vê jî herî baş dikarin bi ciwanan re bikin. Wer xuya ye ku Partiya Çepên Kesk fikiriye ku herî baş parlementerên ciwan dikarin vê bike û ji ber vê em dibînin ku di lîsteyên wê de namzetên ciwan zêde ne."    Guneş bilêv kir ku yên ku ji bo ciwanan polîtîkayan çêdikin ji 10 GB (Cîgabayt) înternetê wêdetir naçin û ev tişt gotin: "Lê derdên ciwanan ji 10 GB înternetê wêdetir e. Kar bi dest ciwanan nakeve û nikarin ji bo xwe jiyanekê ava bikin." Altinê destnîşan kir ku ew yeqîn dike ku ew ê tevî ciwanan pirsgirêkan tespît bikin û bi hev re rewşa heyî biguherînin.    TÊKOŞÎNA JINAN   Guneş fesixkirina Peymana Stenbolê bi bîr xist û got ku jin di serdemeke wiha de ne ku divê ji bo parastina destkeftiyên xwe bitêkoşin. Guneş wiha domand: "Ên li hemberî me li hemberî destkeftiyên jinan, li hemberî hebûna jin û ciwanan tevdigerin. Lewma divê em li hemberî vê ferasetê xwedî helwesteke tekûz bin. Divê em destkeftiyan li destkeftiyên xwe zêde bikin û li hemberî jidestçûnê rabin."    Guneş ji bo têkoşînê bang li jinên ciwan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em tevî jinên ciwan rêya guherînê bibînin. Divê em tevî jinên ciwan, pirsgirêkên jinên ciwan tespît bikin. Em ê karibin çawa rê li ber xwe vekin, em ê çawa karibin bi temsîliyeta wekhev siberojan ava bikin... Em ê ji bo vê bixebitin. Ez jî dê hewl bidim ku li Meclisê vê temsîliyetê pêk bînim."    MA / Yusra Batihan