Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin 2023-06-09 09:35:25   STENBOL - Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bandora tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: “Tecrîd, dikare bi têkoşîneke hevpar bê bidawîkirin.”    Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Ji Abdullah Ocalan zêdetirî 27 meh in tu agahî nayên girtin. Her 3 mehan carekî bi awayekî sîstematîk cezayên “disiplînê” tên dayîn û hevdîtinên wî yên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin. Rewşa tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, veguheriye rewşa agahînegirtina mutleq. Li Girtîgeha Îmraliyê tecrîd her ku diçe girantir dibe û ev yek rê li ber zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi xwe re tîne. Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) Dîlek Sonmez têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser girtîgehan bi ajansa me re axivî.    Dîlek Sonmez   BERXWEDANA GIRTIYAN    Demîr, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û wiha got: “Li dijî van binpêkirina hewldan çêdibin lê îktîdar ji bo valaderxistina van hewldanan zextê dike. Dixwazin bi tecrîdkirina girtiyan re wan ji civakê îzole bikin. Girtî jî berxwedana xwe ya li hemberî vê mezintir dikin. Her ku berxwedana girtiyan mezin dibe, asta îşkenceyê jî tê zêdekirin. Ji ber ku girtî tevî her tiştî li ber xwe didin. Em baş dizanin ku girtî serî na tewînin û li ber xwe didin.”    GIŞTÎNAME JI BO KÊ HATE DERXISTIN?    Bi domdarî Demîr bal kişand ser giştînameya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş derxistî û ev tişt anî ziman: “Ev giştîname tenê bi kêrî îktîdarê hat. Bêguman me dizanî ku ev giştîname dê tu sûdekî nede girtiyên siyasî ku ji ber têkoşîna xwe ya li dijî neheqî û bêhiqûqtiyê hatine girtin. Her ku me jiya, me dît ku ev giştînameya AKP-MHP’ê ji bo girtiyên siyasî nîne. Heke edalet hebûya, dê ev giştînameye ji bo hemû girtiyan derbasdar bûya. Lê li vî welatî edalet tune ye. Lewma bendewariyeke me çênebû.”    ‘TEKANE RÊ BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE’    Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku sedema binpêkirinên li girtîgehan, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tekane rêya bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan, bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e. Ji ber ku Ocalan, rêberê gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û bi taybet jî rêberê kurdan e. Hebûna gelê kurd e. Lewma tunekirina vê hebûnê tê wateya tunekirina gelê kurd. Lê em dibînin ku berxwedana Abdullah Ocalan dibe wesîle ku gelê kurd xwe li ser pêyan bigire. Gelê kurd bi saya paradîgmaya Abdullah Ocalan li ser pêya ye. Bi vê paradîgmayê rêya xwe dibîne. Îktîdara AKP-MHP’ê, Tifaqa Cumhur a ku em weke bloka faşîst pênase dikin, dizane ku bi nêrîna Abdullah Ocalan dikare aştî û aramî were cîhanê lewma hewl da pêşî lê bigire. Ev îktîdara faşîst, gelên Rojhilata Navîn û gelê kurd dizanin ku dê aştî ji vir bê.”    BI SALA YE AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN   Demîr, got ku ev 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha pê de çû: “Heke civak bi hestiyarî tevbigere dikare vê rewşa agahînegirtinê ji holê rake. Girîng e ku em li dijî tecrîdê têkoşîneke yekgirtî bimeşînin. Tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, encama bêdengiya muxalefeta Tirkiyeyê û welatên Ewropayê ye. Lê îktîdarê nekarî bi tecrîdê bigihije armanca xwe. Bi taybet jî îradeya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, gelê kurd ê bihestiyar tevdigere û civaka Tirkiyeyê li ser pêyan digire. Heke bikariyan xwe bigihînin armanca xwe, bawer bikin heta niha tu kes li girtîgehan nemabûyan.”   ‘WERIN EM BI HEV RE RÊYA AŞTIYÊ VEKIN’    Herî dawî jî Demîr ev tişt anî ziman: “Li ser civakê hewayekî tirsê ava kirine. Ev tirs jî bandorê li tevahiya jiyana mirovan dike. Tecrîd dikare bi têkoşînê were bidawîkirin. Em dizanin ku dilwêrektî dê bi xwe re aştî û aramiyê bîne. Netirsin, bibin yek, biqîrin û dengê xwe derxînin. Em baş dizanin ku bi tu awayî bi me nikarin. Werin em bi hev re vê tirsê têk bibin. Werin em rêya aştiyê vekin. Bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û vekirina deriyên girtîgehan di destê min, te û me de ye.”    MA / Rûkiye Adiguzel