Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin 2023-06-09 09:59:24 ÊLIH - Firat û Emrah Nebîoglû birayên hev in, girtiyên nexweş in û nayên tewdawîkirin. Firat sewqî nexweşxaneyê nayê kirin û Emrah jî tevî ku ji sedî 94 astengdar e nayê tehliyekirin.    Firat (24) û Emrah (30) Nebîoglû yên birayên hev li Êlihê di dîrokên cuda de tên girtin. Tevî ku rewşa tenduristiya wan xedar e jî nayên berdan. Firat di sala 2015’an de tê girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 11 sal û 7 meh cezayê hepsê lê tê birîn. Firat heta niha li girtîgehên Êlih, Gumuşhane, Xarpêt maye û niha li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin. Firat Nebîoglû felc bûye û ji sedî 92 rapora wî ya astengdariyê heye. Bi Firat re nexweşiya gurcikê heye û ew nexweşê diyalîzê ye û her wiha nabîne û deng jî baş naçê.    DONOR HAT DÎTIN LÊ SEWQA WÎ TÊ ASTENGKIRIN    Firat ji ber nexweşîna gurcikê rakirine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê û rapora “nikare di hepsê de bimîne” danê. Lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) di 14’ê adara 2022’yan de rapora “dikare di hepsê de bimîne” dide. Du gurcikên Firat Nebîoglû nemane û ji bo gurcik jê re bê neqilkirin 3 caran serlêdan hat kirin lê bê bersiv hat hiştin. Desteya Îhtîsasê ya ATK’ê hema bêje tu nirxandinek klînîkê nekiriye û kurtahiya raporên xwe berê derxistiye û di 14’ê adara 2022’yan de biryar girtiye ku girtiyê nexweş dikare di şert û mercên hepse de bidomîne. Firat hefteyê du caran diçe diyalîzê û tevî ku donora li gorî wî heye jî lê daxwaza sewqa ji bo nexweşxaneyê bêbersiv hat hiştin.    JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E LÊ TÊ GIRTIN    Emrah Nebîoglû jî di xwepêşandanên ji bo piştevaniya Kobanê yên di sala 2014’an de gule li serê wî dikeve, birîndar dibe û felc dibe. Paşê derbarê wî de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz tê vekirin û 7 sal û 3 meh cezayê hepsê lê tê birîn. Niha ew li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê girtî ye û cezayê lê hatiye birîn hê jî li Dadgeha Bilind li benda lêkolînkirinê sekinî ye. Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê rapora astengiyê ya ji sedî 94 dide Emrah Nebîoglû. Nexweşînên wek tansiyonê lê peyda bûye û her wiha her tim bêtaqet dimîne û çavê wî şaş dibin û deng kêm diçê.    BANG LI RAYA GIŞTÎ DIKE    Rahîme Nebîoglû ku du kurên wê di girtîgehê de ne diyar kir ku her du kurên wê jî bi mirinê re rûbirû mane û ji bo berdana lawên xwe banga hestiyariyê li raya giştî kir. Nebîoglû anî ziman ku ew neheqiya li zarokên wê tê kirin wek “bêwîjdaniyê” pênase dike û wiha got: “Hevjînê min ji ber nexweşiya gurcikan mir. Bila zarokên min ji vê nexweşiyê nemirin. Bila bi lezgînî gav bên avêtin. Zarokên min bi neheqî hatin girtin. Ev ne bes e, mafên wan ên jiyanê jî ji destê wan hatine girtin. Firat li ser delîlên razber hat girtin. Lawê min bi saxlemî ket girtîgehê û niha nexweş û rewşa wî xedar e. Îdareya girtîgehan bi awayên kêfî nêzî zarokên min dibe. Tevî ku gurcikên lawê min tune ne jî destûr nadin ku gurcik ji bo wî bê neqilkirin. Me serî li ku da, derî li rûyê me girtin. Ez naxwazim lawê min li girtîgehê bimire. Lawê min bidin min, em ê wî tedawî bikin. Di malbatê de yên ku gurcikên wan lê tên hene. Ji bo ew gurcikên xwe bidin amade ne.”    ‘BILA JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERNEKEVIN’    Nebîoglû anî ziman ku lawê wê Emrah jî tevî ku nexweş e nayê berdan û wiha got: “Em li bendê bûn ku Firat were berdan, lê Emrah jî hat girtin. Emrah ji bo Firat were berdan gelek têkoşiya. Lê ew jî bi halê xwe yê nexweş hat girtin. Niha her du lawên min jî li girtîgehê ji bon emirin li ber xwe didin. Rayedar tu bersivê nadin daxwazên me. Gelo çawa çêdibe ku du mirovên nexweş di girtîgehê de tên ragirtin. Bila ev îşkence bi dawî bibe. Ez li vir bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikim. Bila cenazeyên zarokên min û girtiyên din ji girtîgehan dernekevin. Bila ji bo berdana zarokên min bikevin nava hewldanan.”    MA / Fethî Balaman