Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike 2023-06-09 11:03:14   AMED - Li Amedê sercerdevan Selahattîn Umay hewl da hevjîna xwe qetil bike. Zarokê/a 13 salî dayika xwe parast û Umay birîndar kir.    Kayayê gundê Heydera Jorîn a bi ser navçeya Gêlê ya Amedê ve û sercerdevan Selahattîn Umay hewl da hevjîna xwe E.U., qetil bike. Bûyer duh êvarê qewimî. Hat diyarkirin ku sercerdevan bi awayek sîstematîk tundiyê li E.U., dikir û duh bi amûrek birînê êriş kiriye.    Zarokê/a 13 salî ji bo dayika xwe biparêzer bi sîlehê gule berda bavê xwe û ew birîndar kir. Sercerdevanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê û E.U., jî ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyê.    Leşker çûn gund û M.U. ku 13 salî ye kirin binçavan. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Ji duh êvarê gund ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.