Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin 2023-06-09 11:17:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê li dijî endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê êrişeke sûîqestî pêk hat.    Li Herêma Kurdistana Federe, hedefgirtin û qetilkirina siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanên kurd dewam dike. Li gorî Rojnewsê; li Silêmaniyê li dijî endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê êrişeke sûîqestî pêk hat. Hate diyarkirin ku kesê êriş lê hatiye kirin rakirina Nexweşxaneya Şoreş a Silêmaniyê û rewşa wî giran e.    DI SALEKÊ DE 5 KES HATIN QETILKIRIN    Di saleke dawî de li Silêmaniyê tenê 5 kes bi suîqestên ku MÎT û Parastin ku rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê ye jê berpirsyar tên dîtin, jiyana xwe ji dest dan. Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Di 28’ê Tebaxa heman salê de endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Azadî Şeyl Xurid Ezîz (Mamoste Şemal) hat qetilkirin. Di 17’ê Gulana heman salê de li Taxa Bextiyarî welatparêz Kurdistanê Zekî Çelebî bi giranî birîndar bû û di 18’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.    Di 16’ê Îlona 2021’ê de ji welatiyên Bakur Ferhad Bariş Kondû li Silêmaniyeyê bi giranî birîndar bû. Di 17’ê Îlona 2021’ê de endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Herî dawî jî welatparêzê kurd Huseyîn Turelî di 18'ê nîsanê de li Dihokê di êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin.