El Nîno dest pê kir 2023-06-09 11:17:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Bûyera hewayî ya ku weke El Nîno tê zanîn û 1-2 salan rê li ber germbûna gerstêrkê vedike, li Panava Pasîfîkê dest pê kir.    Bûyera hewayî ya ku weke El Nîno tê zanîn û 1-2 salan rê li ber germbûna gerstêrkê vedike, li Panava Pasîfîkê dest pê kir. Daîreya Okyanûs û Atmosferê ya Neteweyî (NOAA) diyar kir El Nîno bi awayekî fermî dest pê kiriye.   Zanyarê avhewayê Mîchelle L’Heûreûx daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Dibe ku li hinek herêman germahî derkeve asta rekorê.”   El Nîno ji dudu heta heft salan carekê çêdibe. Zanyarên avhewayê ev çend meh in diyar dikirin ku wê El Nîno îsal pêk were. Li gorî NOAA’yê El Nîno wê bahoza li Atlantîkê kêmtir bike û lê dibe ku bahoza li Pasîfîkê jî zêde bike.