Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû 2024-03-28 11:19:34   ŞIRNEX - Hate diyarkirin ku li navçeya Cizîrê peywîra mamosteyekî ya hilbijartinê, bi hinceta ku di WhatsAppê de îşareta serkeftinê li rex navê wî heye hatiye betalkirin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm-Sen) ya Şirnexê ragihand ku li navçeya Cizîrê peywîra endamekî wan a hilbijartinên di 31’ê Adarê de, bi hinceta ku di WhatsAppê de îşareta serkeftinê li rex navê wî heye hatiye betalkirin.    Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara betalkirinê aydê Midûrê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê Mehmet Şirîn Keskîn e û wiha hate gotin: “Peywîra hilbijartinê ku endamê me wergirtibû, bi awayekî bêhiqûqî hatiye betalkirin. Em bêtehamuliya li dijî îşareta serkeftinê ku semboleke aştiyê ya gerdûniye jî qet qebûl nakin. Em bang li rayedaran dikin ku demildest ji vê xeletiyê vegerin.”