Axtamara bi biharê re xemilî 2024-04-18 09:39:54   WAN - Girava Axtamarayê di herêmê de yek ji herêmên herî bedew ên turîzmê ye. Bi vekirina kulîlkên darên behîvan girav, kirasê biharê li xwe kir. Lê belê bihabûn li pêşiya têketina giravê astengiya herî mezin e.    Li Wanê her meh bi hezaran ziyaretvan berê xwe didin girava Axtamarayê. Darên behîvan ên li giravê bi hatina biharê kûlîlkên reng û reng vekirin. Bi germbûna hewayê welatiyên ku dixwazin şahidiya vê xemla biharê bikin, berê xwe didin giravê. Şinkahiya giravê,rengê avê û kulîlkên darên behîvan û çiyayê berf li ser ê Artosê hêjayî dîtinê ne.    LÊÇÛNÊN MALBATEKÎ 4 KESÎ HEZAR Û 360 LÎRE YE   Lê belê berdêla dîtina vê xweşikahiyê jî heye mixabin. Kesê ji Wanê dikeve rê û diçe li ber îskeleya Axtamarayê 100 lîre heqê rê dide. Yên ku dixwazin bi keştiyê biçin giravê jî divê ji bo heqê keştiyê 180 lîre pere bidin.Têketina giravê jî ji bo yên beyî qertê muzeyê diçin 12 Euro ne. Bihayê qertê muzayê jî 60 lîre ye.    Heke malbatek bi 4 ferdên xwe ve bixwaze biçe giravê, divê ji bo heqê rê 400 lîre, ji bo heqê keştiyê 720 lîre, ji bo qertê muzeyan jî 240 lîreyan veqetîne. Ev biha ji bo turîstên ku bêyî qert dixwazin têkevin giravê jî ji 3 hezar lîreyan derbas dibe.    ZIYARETVAN JI BIHABÛNÊ NERAZÎ NE   Murat Beyaz ê li Wanê û bajarên Kurdistanê rêbertiya turîzmê dike, derbarê bihabûna çûn û hatina giravê de ev tişt gotin: “Çûna giravê gelek biha bûye û ji bo malbatekî ku ji 4 ferdan pêk tê mesrefekî zêde çêdibe.  Êdî ev rewş ji bihabûnê jî derbas bû. Ji ber bihabûnê piraniya gel nikare têkeve giravê. Em di firotina turên geştê de gelek zehmetiyan dikêşin. Dema ku em turekî difiroşin di navbera roja destpêkê û roja dawî de ferqa sotemeniyê derdikeve. Em nikarin hesaba lêçûnên xwe bikin. Ji bo mirovan gerîn û deverên dîrokî dîtin ji luksê wêdetir e. Divê ewil bihayê têketina deverên dîrokî û geştê werin daxistin. Li gel vê yekê pereyê ji bo têketinê tê stendin jî divê ji giravê re were xerckirin. Dikare bi pereyê ji bo heqê rê tê stendin çûn û hatin bê xweşkirin. Îskeleyên giravê kev in, ji ber keştî yên kesan in, xirab in û rehet nîn in. Dema ku mirov derbasî giravê dibin cihekî ku lê rehet bibin nîn e. Divê bêyî xerakirina xwezaya wê derê, dîzaynek were çêkirin.”    DIVÊ WERE ERZANKIRIN Û HÊSANKIRIN   Beyaz da zanîn ku divê girav were ronîkirin û wiha pê de çû: “Dê girav ji bo ziyaretên şevê jî were vekirin lê belê ji bo vê jî jî divê xebat bên kirin. Mînak ne pêkan e ku berastengdarek têkeve giravê. Divê li gorî van mirovan jî sererastkirinek çêbe. Divê çûn û hatina giravê bê başkirin. Rastiyek heye ku ji sedî 90’ê şêniyên vî bajarî neçûne giravê. Piştî vê kirîza aborî êdî mirov nikarin biçin jî. Ma teqawitekî ku 10 hezar lîre mûçe distîne dikare biçe giravê? Bimin divê yekemîn bihayê çûn û hatinê were daxistin û çûn û hatin were hêsankirin.”    MA / Mehmet Guleş