Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da 2024-04-19 11:07:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk a li dijî herêma Biradostê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.    Êrişên dewleta tirk ên hewayî yên li dijî Herêma Kurdistana Federe didomin. Hate diyarkirin ku di êrişa hewayî ya duh li dijî herêma Biradostê hate kirin de Serwer Qadir jiyana xwe ji dest daye.    Li gorî Rojnewsê; duh bi şev balafirên şer ên dewleta tirk gundê Nawdarok yê li sînorê Biradostê bombebaran kirin. Her wiha hate diyarkirin ku welatiyê ji gund ê bi navê Serwer Hacî Qadir winda bûye, lê hate tespîtkirin ku Qadir ê di danê vê sibehê de cenazeyê wî ji aliyê gundiyan ve hatiye dîtin di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye.    Hin ajansên Herêma Kurdistana Federe jî dan zanîn ku kesê jiyana xwe ji dest daye pêşmergeyeke. Midûrê Bajaroka Sîdekan Îhsan Çelebî yê ji Rûdawê re axivî, anî ziman ku pêşmerge Qadir 34 salî ye û bavê 3 zarokan e.    ÎSAL 10 KES HATIN QETILKIRIN    Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk bê navber Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Herî dawî heftiya borî di 14’ê nîsanê de li sînorê gundê Gelale yê li navçeya Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê ciwanek hatibû qetilkirin. Ji serê salê ve di êriş û bombebaranên dewleta tirk a dagirker de 10 welatî hatine qetilkirin.