Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’ 2024-04-20 14:25:58   AMED - Di çarçoveya Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de gotubêja “Di şanoyê de dîroka guherînan” hate li dar xistin. Di gotubêjê de nivîskar Doç. Dr Sureyya Karacabey bal kişand ser guherîna şanoyê ya dîrokî.   Mihrîcan Şanoya Amedê ya bi pêşengtiya Şanoya Bajar a Amedê tê lidarxistin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Di çarçoveya mihrîcanê de li Çand Ma’yê gotûbêja “Di şanoyê de dîroka guherînan” hat lidarxistin. Gelek şanoger û şanohez tev li gotûbêjê bûn. Nivîskar Doç. Dr Sureyya Karacabey ê ji Beşa Şanoyê ya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê hatiye îxrackirin tev li gotûbêjê bû.     Karacabey hinek ser dîrok, bingeh û wateya têgehên şanoyê sekinî. Karacabey ser guherîna şanoyê ya demdirêjî axaftinek kir û di şanoyê de balê kişand ser rola çîrokên mîtolojiyê. Karacabey ser lîstikên şanoyê yên kevn mînak dan û hinek ser şanoya klasîk sekinî. Di berdewama axaftina xwe de Karacabey da zanîn ku di salên 1960-70’yan de di navbera şanoya klasîk û temaşevanan de pirek hate avakirin. Karacabey di axaftina xwe qala çawaniya têkiliya listikvan û şanoyê kir û pirşre di şanoyê de guherînên pêş ketine anî ziman. Di berfirehiya axaftina xwe de Karacabey diyar kir ku piştî sînema derket, şanoya ku berdewamiya wê tune bû neçar ma ku gelek caran were lîstin. Karacabey destnîşan kir ku şano piştî salên 1970’yan qada civakî xist liv û tevgerê û ev tişt gotin: “Riyekî şanoyê û demekî wê heye.” Karacabey diyar kir ku gelek tiştên li cîhanê rû didin mirovan diguherînin û bilêv kir ku ev guherîn bi ser şanoyê jî bandor dike.    Gotûbêj piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.