Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike 2024-04-25 14:01:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye sînora Biradost û gundên, Merenaz, Elqemiyê ên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran dike.    Li gorî agahiyên nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û Rojnewsê, Tirkiye sînora herêma Biradost û gundên Merenez, Elqemiyê yên navçeya Şêrawaya Efrînê bombebaran dike. Hat zanîn ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê daristana gundê Soxanekê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê jî bembebaran dikin.    Heta niha derbarê encamên bombebaranan de tu agahî nehatin bidestxistin.