Sancar: Pergala rant û nelirêtiyê bi ser mirovên me de hilweşiyaye

img
EDENE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re, li Edeneyê serdana deverên ku bandor ji erdhejê girtine kirin. Sancar got: "Ev kavilên ku hûn dibînin, rûxandina pergalekê ye." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, serdana bajarên ku bandor ji erdhejên Bazarcixa Mereşê û Dîlokê girtine dike. Sancar û şandeya pê re piştî Mêrsînê derbasî Edeneyê bû. Sancar ku serdana mexdûrên erdhejê kir, çû cem kavilên li Taxa Yûrtê ya navçeya Çûkûrovayê û der barê xebatan de agahî ji Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar û Levent Gokê CHP'î girt. Karalar got ku şaredariya wan li nava kavilan dixebite û ji sibê pê ve dê hin tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bişînin Hatayê. 
 
'PERGALA DESTHILATAN E'
 
Sancar, li ber kavilan daxuyanî da. Sancar anî ziman ku duh li Antakya û Samandagiyê serdana mexdûrên erdhejê kirine û guh li wan kirine û got: "Dîmena ku em çav pê ketin kezeba me şewitand. Winda gelek in. Êşa me mezin e. Em îro li Edeneyê ne. Li vir jî mirî hene. Rûxandin heye, lê a li vir û ya li Mereş, Semsûr û Meletiyê nayên berawirdkirin. Winda zêde ne. Rûxandinek mezin çêbûye. Derbasî be ji bo hemû gelê me. Em sersaxiya gelê xwe dikin û sebrê ji xizmên windayan re dixwazin. Tu erdhej bi tena serê xwe nabe sedema ev qas windahiyan û rûxandineke ev qas mezin. Ên ku erdhejên xwezayî vediguherînin karesat û trajediyeke mirovahiyê desthilat û pergalên siyasî bi xwe ne." 
 
Sancar destnîşan kir ku du sedemên van windahiyan û vê rûxandina mezin hene û axaftina xwe wiha domand: "Sedema ku ev qas avahî hilweşiyane, beriya her tiştî encama polîtîkayên îmar û bajêr in. Her wiha di vê de tiliya neliêrtî û nekontrolkirinê jî heye. Berprisê vê jî desthilata siyasî ye. Tevdîrên ku heya niha nehatine girtin û amadekariyên nehatine kirin, sedema sereke ya vê karesaetê ne. Her wiha piştî erdhejê bi derengxistina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî bûne sedem zêdebûna windayan. Rê li ber mirina gelek mirovên diakribûn bên rizgarkirin vekiriye.
 
TU PÊDIVÎ NAYÊN PEYDEKIRIN
 
Duh gava em çûn Antakyayê, me bi hezaran avahiyên hilweşandî dîtin. Li gorî agahiyên ku şaredar bi me re parve kirin, li wir nêzî 2 hezar û 600 avahî hilweşiyane. Tenê ji sedî 2'yê van avahiyan xebat hatine destpêkirin. Me duh li wir tu xebateke lêgerînê ya cidî nedît. Ger demildest mudaxile bihata kirin, belkî bi hezaran canê me niha di nav me de bûna. Dê sax bûna. Mirovên me yên ku xaniyên wan hilweşiyane an jî xesar dîtine, li kuçeyan e. Kon tune ne, xurek tyune ye. Yanî tu tiştekî lezgîn tune ye. Mirov li derve tî û birçî ne. Ev qas êş heye, ev jî bi serde. Bi rastî jî ger destûra piştevaniya sivîl bihata dayîn, dê winda ne ewqas zêde bûna. Lê desthilat piştevaniya sivîl jî asteng dike. Ger em erdheja 1999'an a Marmarayê bînin bîra xwe, li wir seferberiyeke mezin hebû û gelek mirovên me bi vî awayî hatibûn rizgarkirin. Lê niha desthilat piştevaniyê asteng dike. Mirov li bend alazmatiyên lezgîn in, lê desthilat wan asteng dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev berpirsiyarî û ev êşa mezin li ber çava ye, bi ser de Rewşa Awarte tê îlankirin. "
 
Sancar destnîşan kir ku ew ê li Meclîsê biryara Rewşa Awarte red bikin û qebûl nekin.
 
Sancar wiha domand: "Ev kavilên ku hûn dibînin, me duh ew li Antakya û Samandagiyê jî dît. Ev kavil, rûxandina pergalekê ne. Pergala rant, nelirêtî û nekontyrolkirinê bi ser welatiyên me de hilweşiyaye. Divê em vê pergalê biguherînin. Em ê bi piştevaniyê û yekhêzê ji heq vê derkevin. Ên rûxiyane tenê ne xaniyên me ne, pergala rizandî bi xwe ye ku bi ser mirovên me de hilweşiyaye. Ji bo careke din karesat çênebin, divê em vê yekê biguherînin. Ev berpirsiyariya me ye. Ji bo careke din karesatên bi vî rengî çênebin, divê em vê pergal û desthilata rantxur biguherînin." 
 
Sancar herî dawî serdana malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane kir û sersaxiyê xwest. Sancar piştî serdanan, ji bajêr çû.

Sernavên din

10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye