Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin

  • ciwan
  • 09:02 9 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş Altin diyar kir ku ew ê li Meclisê ji bo ciwanan bixebite û got ku ew ê tevî jinên ciwan rêya guherînê bibînin. 
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe pirsgirêkên ciwanan zêdetir dibin. Ciwan, ji ber sedemên aborî nikarin debara xwe bikin û ji bêgavî dest ji dibistanê berdidin. Li gor daneyên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiyeyê ji sedî 7,6'ê ciwanan perwerdehiya xwe di nîvî de hiştine û ji sedî 48,1'ê wan ji ber sedemên aborî ne. 
 
Parlamentera herî ciwan a Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş Altin, polîtîkayên desthilatê yên li hemberî jin, ciwan û zarokan nirxandin. 
 
Guneş got: "Wekî jineke ciwan, ez dixwazim li Meclisê yek ji xebatên min jî ji bo ciwanan be. Ez dixwazim di vî warî de li qadê der barê ciwanan de bixebitim, qadên ku ciwan tê de zehmetiyê dikişînin tevî ciwanan tespît bikim û paşê li Meclisê polîtîkayekê bikim û bi vî rengî xebatên xwe bidomînim." 
 
FIKARÊN CIWANAN ÊN JI BO SIBEROJÊ
 
Guneş anî ziman ku ciwanên Tirkiyeyê ji ber nediyariya siberojê hewl didin biçin welatên din û wiha berdewam kir: "Em dibînin ku li Tirkiyeyê ciwan nikarin jiyanekê ava bikin û ji ber vê bêhêvîbûnê berê xwe didin welatên din û dikevin nava hewldan û lêgerînên din. Em dixwazin li ser vê meseleyê hûr bibin. Em vê jî herî baş dikarin bi ciwanan re bikin. Wer xuya ye ku Partiya Çepên Kesk fikiriye ku herî baş parlementerên ciwan dikarin vê bike û ji ber vê em dibînin ku di lîsteyên wê de namzetên ciwan zêde ne." 
 
Guneş bilêv kir ku yên ku ji bo ciwanan polîtîkayan çêdikin ji 10 GB (Cîgabayt) înternetê wêdetir naçin û ev tişt gotin: "Lê derdên ciwanan ji 10 GB înternetê wêdetir e. Kar bi dest ciwanan nakeve û nikarin ji bo xwe jiyanekê ava bikin." Altinê destnîşan kir ku ew yeqîn dike ku ew ê tevî ciwanan pirsgirêkan tespît bikin û bi hev re rewşa heyî biguherînin. 
 
TÊKOŞÎNA JINAN
 
Guneş fesixkirina Peymana Stenbolê bi bîr xist û got ku jin di serdemeke wiha de ne ku divê ji bo parastina destkeftiyên xwe bitêkoşin. Guneş wiha domand: "Ên li hemberî me li hemberî destkeftiyên jinan, li hemberî hebûna jin û ciwanan tevdigerin. Lewma divê em li hemberî vê ferasetê xwedî helwesteke tekûz bin. Divê em destkeftiyan li destkeftiyên xwe zêde bikin û li hemberî jidestçûnê rabin." 
 
Guneş ji bo têkoşînê bang li jinên ciwan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em tevî jinên ciwan rêya guherînê bibînin. Divê em tevî jinên ciwan, pirsgirêkên jinên ciwan tespît bikin. Em ê karibin çawa rê li ber xwe vekin, em ê çawa karibin bi temsîliyeta wekhev siberojan ava bikin... Em ê ji bo vê bixebitin. Ez jî dê hewl bidim ku li Meclisê vê temsîliyetê pêk bînim." 
 
MA / Yusra Batihan 
 

Sernavên din

23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome