Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin

  • rojane
  • 14:31 27 Nîsan 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bertek nîşanî binpêkirinên mafan û polîtîkayên tecrîdê yên di girtîgahan de tên sepandin dan û wiha bang kirin: “Tecrîda li Îmraliyê rakin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêk bînin.” 
 
Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê de tên ragirtin bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dadgehê boykot dikin, dernakevin hevdîtinên telefon û malbatan. Derbarê girtiyên çalakiyê li dar dixin de lêpirsîn hatin destpêkirin û cezayê hucreyê dan hin girtiyan. 
 
Partiyên siyasî û rêxistinên hiqûq û cavakî yên sivîl ên li bajar, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û polîtîkayên tecrîdê li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Têkoşîna azadiyê ya li dijî tecrîdê nayê astengkirin. Dawî li hiqûqa dijminane bînin” hate vekirin û gelek caran diruşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Ji jinên di zindanê de li ber xwe didin hezar silav” hatin berzkirin. Daxuyaniyê ser navê girseyê Aynûr Gezîcî xwend. 
 
‘GIRTÎ TÊDIKOŞIN’
 
Gezîcî bi bîr xist ku girtî di 27’ê mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha axivî: “Girtiyên siyasî bi daxuyaniya 4’ê nîsanê dane, diyar kirin ku ew çalakiya xwe vediguheranin boykotkirina dadgeh, telefon û hevdîtina malbatan. Girtiyên siyasî ji bo tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan dawî bibe, azadiya wî ya fizîkî pêk were û  pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk were çareserkirin têdikoşin.” 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN GIRAN
 
Gezîcî anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê yên hatine kûrkirin civakê bê bêhn hiştine û got ku Makbûle Ozer (82) a ji sedî 61 astengdar, Hatîce Yildiz (75), Besra Erol (65) û Hanîfe Arslan (76) ên tevî temenên xwe yên mezin û nexweşiyên xwe yên heyî, ji ber polîtîkayên tecrîdê tên ragirtin. Gezîcî bi bîr xist ku girtiyên siyasî dê tevî hemû zext û zoriyan çalakiyên xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên ku dixwazin çalakiya jinên di Girtîgha Jinan a Şakranê de tên ragirtin asteng bikin bi cezayên disîplînê û hucreyê di nava tecrîdê de hevalên me tecrîd dikin. Hemû sepanên faşîzane yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji bo şikandina têkoşîna wan û çewisandina jinan e.” 
 
'DAXWAZA GIRTIYAN DAXWAZA MILYONAN E'
 
Gezîcî da zanîn ku ew ê êrişan qebûl nekin û wiha pê de çû: “Em ê di girtîgehan de jî li pêşiya deriyên girtîgehan de jî şert û merc çi bin bila bibin dê têbikoşin. Cezayên hucreyê yên girtiyan demildest rakin, dawî li van sepanên xwe bînin, tecrîda li Îmraliyê rakin pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bikin. Daxwazên girtiyên siyasî daxwaza milyonan e. “
 
NAVÊ SAZIYÊN KU DAXUYANÎ DANE WIHA NE
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê, JinArt û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER).
 
 

Sernavên din

13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin
15:57 Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin
15:37 Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin
15:36 Li Rihayê 17 kes hatin berdan
15:25 Dê starta bernameya Cejna Zimanê Kurdî bê dayîn
15:22 Wesayîtên ku qeyûm bi hejmareke zêde kirê kiribûn hatin vegerandin
14:59 Saziyên sivîl ên Şirnexê: Negirtina tevdîran rê li ber mexdûriyetên mezin vekir
14:35 Ji bo nexweşê SMA’yê Mîrzayê16 mehî banga alîkariyê hat kirin
14:15 YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red kir
13:31 Êrişa li dijî DEM Partiyê hat protestokirin: Em natirsin, li vir in
13:26 Partîzan û YDG’ê ji bo girtiyên 1’ê Gulanê bang kir
13:22 Di êrişa DEM Partiyê de birayê Begît hate binçavkirin
12:52 Peace in Kurdistanê têkildarî Îmraliyê ji CPT’yê re name şand
12:34 Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 ket
11:53 Ozturk ê polîs lêxistibû hate veşartin
11:41 Amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin sekinandin
11:40 Di êrişên Îsraîlê de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin
10:09 ‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’
10:01 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
09:51 Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin
09:48 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin
09:47 Derket holê ku kesên wezîr digot ‘bi tiryakê hatine girtin’ polîs in
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 164 roj in di çalakiyê de ne
09:16 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
09:09 Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd
09:02 Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin
09:02 Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir