Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe

  • jin
  • 09:01 2 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê û parlamentera YNK’ê  ya berê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku li herêmê polîtîkayên hikûmetê yên mêrperest tundiya li ser jinan zêde dike û got: “Mixabin, hikûmet bi hişmendiya mêrperest di nava civakê de kar dike û dibe sedema kuştina jinan. Kujerên jinan li dadgehê neyên cezakirin. Ev yek jî dibe sedem ku kuştina jinan hesan bibe û tundî zêde bibe.” 
 
Li Başurê Kurdistanê tundiya li ser jinan û qetilkirina jinan zêde dibe. Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan heta niha bi dehan jin hatin qetilkirin. Kiryar bi cezayên herî kêm tên xelatkirin. Li gorî rapora Rêxistina Hevgirtina Hiqûqî ya 2022’an li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehên dawî de 60 jinan întîhar kiriye û 22 jin jî hatine qetilkirin. Ji van 31 jin ji ber tundiya di nava malê de xwe şewitandine. Li dijî tundî û pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin, di sala 2021’an de ji jinên nivîskar, siyasetmedar û ji her qadan pêk tê li Hewlêrê Rêxistina “Em ji bo pêşketina jinan hene” bi hevkariya Rêxisitna Norvêçî (NPA) û Meclisa Bilind a Jinan Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê hatibû avakirin û li dijî her cûreyê tundî, neheqî, serkeftî û deskeftiyên jinan civiyan. Li herêmê xebatên Hevpeymaniya Jinan didome.   
 
Endama Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê û Parlementera berê ya partiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistan ( YNK) ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr derbarê tundiya li herêmê ya li dijî jinan û girîngiya Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê ji Ajansa  Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
‘HEKE EM HEVKARIYA HEV NEKIN EM Ê NEKARIN XWE BIPARÊZIN’
 
Rêzan Şêx Dilêr anî ziman ku li herêmê herî zêde pêwistiya jinan bi yekitiyê heye û wiha behsa girîngiya hevpeymaniyê kir: “Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê sala 2021’ê me ragihand. Ev hevpeyman ji saziyên civaka sivîl ên jinan û jinên çalakvan pêk hatiye. Me pêwîst dît ku li ser asta herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke jinan hebe. Li ser kar û çalakiyên xwe bi xwe biryar bidin, bi xwe xwe bi rê ve bibin. Piştevaniya hev bikin. Eger jin hevkariya hev neke, wê nikaribe mafê xwe yên rewa yên giştî biparêze û bi dest bixe. Em hemû dizanin li herêma Kurdistanê tundî li ser jinan tê kirin, bi taybet tundî li ser jinên ku di nava siyasetê de ne tê kirin. Rêz ji bo wê nayê nîşandan, di nava partî û saziyan de bi qasî pêwîst cih nagire. Ji bo vê dema mirov lê dinêre hewcehiyek bû ku di çarçoveyek wiha de kar li ser bikin û zêdetir li ser pirsgirêkên heyî nîqaş bikin û çareseriyek bibînin.” 
 
‘EM LI SER HEVPARIYA JIN Û MÊRAN XEBAT DIKIN’
 
Dilêr anî ziman ku ew hewl didin ku li herêmê di her qadên jiyanê de jin û mêr wekhev û hevpar bin û wiha domand: “Heta niha me hinek civîn lidar xistine. Di heyama peyîzê de em li Helebçe li hev civiyan. Vê zivistanê jî em li Silêmanî li hev civiyan. Em dibînin saziyên îslamiya siyasî bi taybet dijayetî li ser hemû sazî û karên jinan kiriye û naxwazim bi taybet li dijî rêgezxwazî rabûne. Em kar li ser hevsengiya jin û mêr dikin. Divê jin bikaribe cihê xwe di nava siyasetê de bigire, bê ku rastî pirsgirêk û aloziyan bên. Mafê jinan paristî bin. Rêz ji jinan re bê girtin. Dîsa jin bikaribe xwe rêxistin bike û kêrhatiyên xwe nîşan bide. Jin bikaribe bi bîr û hişmendiyeke firehtir xwe zana bike ku bikaribe xizmetê bike. “
 
‘KUŞTINA JINAN HÊSAN BÛYE’
 
Dilêr diyar kir ku kuştinan jinan li herêmê êdî bûye weke tişteke gelek ji rêzê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Li dijî vê tişta pêwîst yek dengî ye. Dema em li herêma Kurdistanê qala kuştina jinan bikin, malbat mêrperest e û civakek mêrserwer e.  Jinan weke milkê mêr dibîne, bi vê hişmendiyê nêzîkî jinan dibe. Hemû jin milkê wan e û çawa bixwazin wisa nêz bibin. Ji ber wê kuştina jinê hêsan bûye. Li ser kêmkirina kuştina jinan divê di serî de jin, mêr, civak û hikûmet hişyar be, zana bibe. Divê aliyên siyasî jî di vê derbarê de kar bikin. Tenê li hêviya Hevpeymaniyê nehêlin û jixwe em endam in û rojane kar li ser dikin. Hemû bername û planên saziyên jinan ji bo dawî li kuştina jinan bîne ye, dawî anîna tundiyê ye, bi taybet kuştina jinan bi navê ‘şerefê’ pêk tê. Bi vê hevpeymaniyê em dixwazin hişyariyên heyî bi rengê herî baş bigihînin hikûmetê, hem aliyên siyasî û hem jî bi hev re bi dengeke bilindtir û yek dengî li dijî bûyerên kuştin û her bûyerekê wiha xwedî helwest bin.”
 
‘HIKÛMET BI HIŞMENDIYA MÊRPEREST TEVDIGERE’
 
Dilêr anî ziman ku li herêmê sedemê zêdebûna tundiyê polîtîkayên hikûmetê ne û wiha got: “ Helbet tesîra siyaseta desthilatê ya li ber tundî û kuştina jinan heye.  Êrişên li ser jinan, sûcdarkirina jinan bi rengek bêexlaqî qalkirina jinê ev hemû ew siyaset e ku çawa dewletek plan û bernameyekê ji bo hikûmetê pêk tîne, ji bo çawa bi rê ve bibe. Divê yek ji bernameyên esasî yên hikûmetê tundiya dijî jinan kêm bike. Yekem kar divê aliyên siyasî ji xwe dest pê bike. Bikaribe li bernameya parlamento û hikûmetê, desthilata dadwer û pêkanînê li ser vê yek deng derxe û helwest ji bo kêmkirina tundiyê nîşan bide. Lê mixabin, piraniya van bi hişmendiya mêrperest li nava civakê kar dikin, bi aqileke paşverû, bi cil û bergek modern lê bi aqil her aqilê berê tevger dikin. Ev yek hemû bandor dike ku kuştina jinan bibe ji rêzê. Kujerên jinan li dadgehê neyên cezakirin. Mixabin dadgeh tişta pêwîst nakin û ceza nadin kujeran. Ev yek jî dibe sedem ku kuştina jinan, kuştin hesantir dibe û nayên cezakirin.”
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ HELWESTEKE HEVPAR BIN’
 
Dilêr bi lêv kir ku li herêmê hêza jinan a guhertinê heye û ji bo vê jî tişta pêwîst hevkariya jinane û got: “Her çi sazî û rêxistin, kesayetên azadîxwaz, kesên xwedî fikir û hişekî yeksan pêk ve hevdeng bin, hevgirtî bin, dikarin gelek guherînan bikin. Eger tundî li saziyekê hate kirin ku karê civakî dike, dixwaze civakê hişyar bike, divê hemû sazî û rêxistin, bi taybet saziyên jinan, piştgiriya wê bike; ji bo tundî li ser neyê kirin. Divê hevkar bin, weke ku niha me hevpeymaniyek avakiriye ku xwedî girîngî û ciheke taybet e. Em xwedî helwestekî hevpar in. Piştgiriyê didin wan saziyên nava hikûmetê ku li dijî tundiyê radibin, wek nimûne; Meclisa Bilind a Jinan li nava Parlamentoyê hatiye avakirin. Em piştgiriya vê meclisê û jinan dikin. Divê em bi hev re alîkar bin û li ber tundiya li ser jinan rabin.” 
 
MA / Zeypnep Dûrgût