Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!

  • jin
  • 14:47 2 Sibat 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Derbarê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kir de bi sûcdariya “plan kiriye û îşkencekirinê kuştî ye” doz hate vekirin. Barkin di îfadeya xwe de kultur a qetil kiribû sûcdar kir. 
 
Li navçeya Silopiya Şirnexê di 13’ê gulanê de Sakîne Kultur (40) ji hêla Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Lêpirsîna derbarê Barkin da hatiye destpêkirin temam bû. Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ve hatiye amadekirin û ji 2 rûpelan pêk tê ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê ve hate qebûlkirin. Barkin di îdianameyê de bi sûcê “Baş plan kiriye û îşkencekirinê kuştî ye” hate sûcdarkirin. 
 
CENAZE ŞEWITAND
 
Di îdianameya ku rapora lêkolîna cihê bûyerê û hevdîtinên telefonê yên faîl jî tê de hene, hat diyarkirin ku fail bi sotemeniya ku ji petrolê girtiye cenazeyê Kultur şewitandiye. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku malbatê rojek beriya bûyerê li Kultur geriyaye, derbarê hevjînê Sakîne Kultur û biraziyê hevserê wê de wekî gumanbar lêpirsîn hatiye destpêkirin û der heqê gumanbaran de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku roja Barkin hatiye binçavkirin di enî, birû, por, dest û zenden wî de şopên şewatê hebûne. 
 
FAÎL KULTUR SÛCDAR KIR
 
Dİ îdianameyê de cih da îfadeya Barkin a li cendermeyê dabû. Barkin diyar kir ku di sala 2018’an de Kultur nas kiriye û weke faîlên jinên din ên hatin qetilkirin xwe parast. Barkin Kultur sûcdar kir û xwe bi van gotinan parast: “Sakîneyê car caran pere ji min dixwestin. Roja bûyerê jî me di wesayîtê de nîqaş kir. Min jî nekarî xwe kontrol bikim.” Barkin îdia kir ku “têkiliya” wî û Kultur hebû û îtîraf kir ku cenaze şewantî ye. 
 
Di îdianameyê de hate destnîşan kirin ku Barkin beriya niha gelek caran bi Kultur re axivî ye lê berê ev axaftin nayê wê wateyê ku “têkiliya” wan heye. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Barkin ev cînayet ji berê ve plan kiriye û bi vê armancê di bagaja wesayîta xwe de benzîn daye peydakirin. 
 
Danişîna doza ewil a derbarê Barkin de hatiye vekirin wê di 3’yê sibatê (sibê) de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin. 
 
MA / Zeynep Dûrgût