Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir

  • jin
  • 20:05 6 Hezîran 2023
  • |
img
 
 
AMED - Komeleya Dema Jinê, ji bo piştevaniyê serdana MKGP’ê kir. 
 
Komeleya Dema Jinê, ji bo piştevaniya rojnamegerên jin yên ku di erdhejên 6’ê sibatê de xebitîn, seredana Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) kir. Seredan li avahiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) pêk hat. 
 
Di seredanê de Berdevka MKGP'ê Roza Metîna axivî. Metînayê destnîşan kir ku erdhej di pêvajoyeke ku erişên li dijî rojnamegeran zêde bûn de çêbû. Metînayê da zanîn ku rojnamegeran di pêvajoya erdhejê de jî gelek zehmetî kişandine û bi astengiyên polîsan re rû bi rû mane. Metînayê diyar kir ku gelek rojnameger li qadan hatine binçavkirin. 
 
Endamên komeleyê jî diyar kirin ku ew ê agahiyên rojnamegeran dane wan,  bikin rapor û parve bikin.