Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin

  • jin
  • 12:17 7 Hezîran 2023
  • |
img

ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk encamnameya civîna xwe eşkere kir û û gotin: "Em ê têkoşîn û rêxistinkirina xwe xurt bikin, em ê xwe biparêzin, em ê pir bibin û bi hev re ava bikin." 

 
Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinan dest bi civînên xwe kirin. Roja duşemê Meclisa Jinan a HDP'ê û Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk civînên xwe li dar xistin û nexşerêya heyama li pêşiya xwe nirxandin. Meclisan encamnameya civînê eşkere kirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ew ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Her wiha hat gotin wê di nexşerêyê de ber bi herêman û gel ve biçin. 
 
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku wê bi biryardariya têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê ya jinan bidomînin û wiha hat gotin: "Me wekî Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çep a Kesk di 14 û 28'ê Gulanê de pêvajoya hilbijartinê, encamên wê nirxandin. Em li ser cihên em jê kêm mane, pirsgirêk, kêmasiyên me û rêya çareseriyê sekinîn."
 
Berfirehiya encamnameyê wiha ye:
 
"Îktidara ku di pêvajoya hilbijartinê de ji paradîgmaya me ya azadiyê jinê tirsiya êrişên li dijî jinê zêde kir. Destkeftiyên me jî bi tifaqên ava kir, kir mijara bazarê. Di xebatên me yên rêxistinbûyina hilbijartinê de me têkoşîna li dijî tifaqên dijminatiya jinê dikin, ji xwe re wekî berpirsiyariyekê hilbijart. Loma jî di dema hilbijartinê jî tundiya binçavkirinê û ya bi destên darazê dewam kir.
 
EM Ê RÊ NEDIN POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ JINAN 
 
Di hilbijartin û piştî hilbijartinan de êrişa li dijî paradîgmaya azadiya jinê di heman demê de jî li dijî fîkriyata têkoşîna me ya jinê ye. Îktidara faşîst dixwaze bi rêya qeyûman û binçavkirinan têkoşîn û destkeftiyên me yên bi salan biçewisînin. Em hedefa îktidara faşîst dizanin. Ya di hedefê de ye têkoşîna azadiyê ya jinê ye, rêxistinbûyin û piştevaniya jinê ya mezin dibe ye.
 
Îktidarê bi rêya medyaya dîjîtal di şexsê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan de êrişî cihgirtina jina ya di qada siyasetê de dike. Helbet em partiyeke wiha ne ku em ji rexne, rexnedayinê re vekirîne. Lê belê me rê neda lîstikên îktidarê yên di bin navê 'rexneyê' de. Hemû jin dizanin ku ev êrişa li dijî paradigmaya me ya azadiya jinan e. Hûn bi van rêbazana nikarin siyaseta me ya jinê bidin sekinandin û hûn nikarin destkeftiyên têkoşîna me bi paşve bixin. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞER Û TECRÎDÊ 
 
Li dijî çareserkirina demokratîk a meseleya kurd polîtikayên xwe dispêrin şer û dijminatiya jinê dikin dikevin meriyetê. Heta li Îmraliyê tecrîda girankirî dewam bike em dizanin ku wê îktidar êrişa li dijî destkeftiyên jinan dewam bike. Loma li dijî polîtîkayên şer em dibêjin divê tecrîd bi dawî bibe. 
 
Em dizanin ku xeta têkoşîna me û fîkriyata me li girtîgehan di şexsê hevrêyên me yên jin de tê xwestin rehîn bê girtin. Em ê di nava her şert û mercî de têkoşîna ji bo girtiyên siyasî dewam bikin. Em ê piştevaniya jinan mezin bikin. 
 
Em bi keda xwe hatin heta roja îro. Em ê têkoşîna xwe ya dîrokî bi encamên hilbijartinê nepîvin. Me beyannameya xwe ya hilbijartinê jî li gor tecrubeyên têkoşîna jinên kurd amade kir. Me biryar da ku em têkoşîna tevgerên jinan di nava xebatên xwe de jî bide xuyakirin. Em wekî Meclisên Jinan ên Partiya Çepên Kesk û HDP'ê bi ber pêvajoyeke xwenûkirinê ve diçin. Em ê kêmasiyên xwe temam bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
EM LI VIR IN 
 
Em li gor encamên hilbijartinê têkoşîna xwe dipivîn. Em dibînin ku yên ku windakirî jin nîne, tifaqa ku dijminatiya jinan dike winda kir. Em dev jî mafê xwe yên ku hatine xespkirin bernadin. Parlamento dîsa bi serdestiya mêr têşe girt. Lê em jin ji meclîsê zedêtir in. Em temsiliyeta ku li kolanê heyî tînin meclîsê. Em di her qada jiyanê de cih digirin. Di serî de tevgera jinan û hemû hêzên têkoşêr li gorî dema nû xwe amade dikin. Li hemberî polîtîkayên serdest e mêr dê li qada jiyanê, di nava partî û parlamentoyê de xeta têkoşînê mezin û bi hêz bikin. Têkoşîneke jinan heye, piştevaniya jinan heye. Em ê li parlamento û kolanan rê nadin dijminatiya jinan, em jin li vir in.
 
Em bang li hemû jinan dikin, Em ê bi nasnameya xwe, bi baweriyên xwe, bi zimanê xwe û bi keda xwe piştevaniya xwe mezin bikin. Ji bilî têkoşînê tu rê nîne. Em ê bi mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê parastina xwe bikin. Ligel her cureyên zext û zordariyê jinên ku di vê hilbijartinê de ked dane û bi israr li ber xwe dane spas dikin. Siberoj di destê me de ye."