Hevşaredara Gimgimê Ekîncî hate berdan

  • jin
  • 16:45 1 Gulan 2024
  • |
img
ENQERE - Hevşaredara Gimgimê ya berê Sabîte Ekîncî ya ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê dihate ragirtin hate berdan, bal kişand ser çalakiya li girtîgehan berdewam dike û herkes vexwend ku bi hestiyar bibe. 
 
Hevşaredara Gimgimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) a berê Sabîte Ekîncî ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dihate ragirtin hate berdan. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Sumeyye Boz, Salîha Aydenîz û Ayten Kordû û Akîf Îpek ê rojên borî piştî 31 salan hate berdan Ekîncî pêşwazî kirin. 
 
Ekîncî li ber girtîgehê daxuyaniyeke kurt da. Ekîncî ya bal kişand ser çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 27’ê mijdara 2023’yan de hate destpêkirin û çalakiyên didomin wiha got: “Hûn dizanin, ji ber tecrîda mûtleq a li dijî birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî li hemû girtîgehan niha çalakî didomin. Li Girtîgeha Sîncanê jî bi heman awayî bi tevlibûneke zêde çalakiyek heye. Silavên hemû hevalên me li we hebûn.”
 
‘HIQÛQ BI QESTÎ TEVDIGERE’ 
 
Ekîncî, rewşa girtiyên zêdetirî 30 salan e tên ragirtin û berdana wan tên taloqkirin bi bîr xist û ev tişt got: “Di vî warî de bi taybetî malbat, rayagiştî, hevalên parêzer û hevalên partî yî divê bihestiyar bin. Ji ber ku tiştên li hundir nayên dîtin. Belê elbet em hemû pir bi moral in, helbet hêza vê têkoşînê ya bi hev re heye.”
 
‘GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN HIKUMXWARÎ NAYÊN BERDAN’ 
 
Ekîncî, bi lêv kir ku li girtîgeha lê dimîne Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryarên keyfî didan û tu girtî 4 sal in di dîroka ku divê bi şertê kontrola edlî bên berdan de nayên berdan. Ekîncî, diyar kir ku rêveberiya Girtîgeha Sîncanê jî di biryarên lijneyê de keyfî tevdigere û bi gotinên “Li dijî kesên hikumxwarî tecrîdek û neheqiyeke cidî heye. Niha pênc hevalan 30 salên xwe xelas kirine, 2 heval ketin 32 saliyên xwe. Her sê hevalên din jî tevî 30 salên xwe xelaskirine jî berdana wan 3 mehan hate taloqkirin” banga hestiyariyê li raya giştî kir. 
 
SABÎTE EKÎNCÎ KÎ YE? 
 
Sabîte Ekîncî, li navçeya Gimgim a Mûşê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (BDP) weke şaredar hate hilbijartin. Ekîncî, di 9’ê mijdara 2016’an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin de hatibû girtin. Ekîncî, piştî ku hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Derbarê Ekîncî de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê ve 7 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Ekîncî ya cezayê wê hate birîn bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatibû kirin.