Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin

  • jin
  • 14:31 2 Gulan 2024
  • |
img
WAN - Li Wanê jinan ji bo danişîna doza têkildarî kuştina Fatma Ogûr a ji aliyê hevjînê wê ve sibê were li dar xistin banga tevlibûnê kirin. 
 
Li navçeya Artemêt a Wanê di 27’ê gulana 2023’yan de Fatma Ogûr ji aliyê hevjînê xwe Şukru Koçak ve hatibû qetilkirin. Danişîna duyemîn a doza têkildarî qetilkirina Ogûr hatiye vekirin dê sibê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê lidarxistin. Beriya doza ku Koçak ji sûcê “kuştina plankirî û hovane” tê darizandin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo danişînê banga tevlibûnê kirin. 
 
‘EM BIBIN YEK DENG’ 
 
Endama TJA’yê Berîvan Polat anî ziman ku li welat her roj 3 jin tên qetilkirin lê faîl bi polîtîkayên necezakirinê tên xelatkirin. Polat, bal kişand ku ji ber vê rewşê cînayetên jinan zêdebûne û wiha got: “Faîl bi mantiqa ‘ez cînayetê bikim û piştî du mehan derkevim’ kirina cînayetan didomînin. Em ê di rojên ku faîl tên darizandin de li dijî kuştina jinan bibin dengek û li eywanên dadgehan bibin.”
 
Polat, ji bo danişîna sibê were dîtin banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ji bo ku cînayeteke din a jinan çênebe em li wir bibin û gotina xwe bibêjin. Em ê qet destûr nedin ku faîlên jinên hatine qetilkirin fîhil bibin. Ji bo vê yekê dê li qadan kolanan têkoşîna me berdewam bike.”
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Bozkûrt jî destnîşan kir ku jin bi salan e li dijî feraseta serwer a mêr têdikoşin û wiha got: “Weke jinan ji bo ku em sibê bibin dengê Fatma Ogûrê em ê li eywana dadgehê bibin. Em ê li wir li dijî feraseta mêrsalar bisekinin. Îro jin ji aliyê pergalê ve tên qetilkirin. Ji bo pergalê qetilkirina jinan nayê tu wateyê. Ji ber ku nirxê nadin jinan. Em weke jinan vê yekê qebûl nakin. Dibe ku îro Fatma be sibê em. Hemû jinên li cîhanê rastî vê rewşê tên. Li dijî vê em bibin yek deng.”