Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin

  • jin
  • 11:02 4 Gulan 2024
  • |
img

ANTALYA - Ashfaq Ahmad Qureshi di metbaxa mala xwe ya li navçeya Kepezê de wek mirî hate dîtin. Kurê wê Ahsan Alî Qureshi bi sûcdariya "kuştina bi qastî" hate girtin. 

 
Ashfaq Ahmad Qureshî di 2'yê gulanê de li mala xweya navçeya Kepeza Antalyayê wek bi alavekî tuj qetilkirî hate dîtin. Bi ser giliya kurê Qureshiyê, Ahsan Alî Qureshî (30) polîs û tîmên tenduristiyê hatin li cihê bûyerê. 
 
Têkildarî bûyerê polîsan Buroya Cînayetê li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin. Di çarçoveya lêkolînê de kurê Qureshiya hatiye qetilkirin, Ahsan Alî Qureshî hate binçavkirin. Qureshî yê piştî karûbarên îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin. Qureshî bi sûcdariya "kuştina bi qestî" hate girtin.