Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin

  • jin
  • 13:23 4 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL - Rojnameger Esra Solîn Dal ji 26’ê nîsanê ber bi îro ve di qawîşa yekkesî de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. 

Di çarçoveya lêpirasîna li Stenbolê hatiye destpêkirin de, nûçegihana me Esra Solîn Dal di serdagirtina malê ya 23’yê nîsanê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”  di 26 nîsanê de hate girtin. Dal di qawîşa yekkesî ya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin. Hat destnîşankirin ku daxwaza Dalê ya çûna cem girtiyên jin ên din, jî hêj jî nehatiye bersivandin. 
 
Parêzerên Dalê diyar kirin ku li hemberî muwekîla wan “muameleyekî taybet” heye û anîn ziman ku ew ê ji ber vê rewşê têkevin hewldanên hiqûqî.