Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin

  • jin
  • 14:57 4 Gulan 2024
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a Egîtîm Senê daxuyand ku ew ê mufredata nû ya wekheviya zeyendiya civakî red dike, qebûl nekin. 
 
Meclisa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) têkildarî pêşnûmeya“Modela Perwerdeya Sedsala Tirkiyeyê” li navenda giştî ya sendîkayê daxuyanî da. Sekretera Jin a Navenda Egîtîm Senê Sîmge Yardim anî ziman ku mufredata ku hatiye amadekirin dê cihêkariya zayenê kurtir bike.  
 
MUFREDATA ZAYENDPEREST 
 
Yardim da zanîn ku desthilat dixwaza civakê li gorî “yek ol, yek mezhep, yek nasname” ava bike. Yardim anî ziman ku desthilat dixwaze kesayetiyên ku “ne rexnegir û îtaetkar” ava bike û wiha pê de çû: “Em mufreda ku armancên siyasî û bîrdozî yên desthilatê çavdêrî dike red dikin. Rexneyên me yên li dijî mufredata nû ne tenê teknîkî û pedogojik in, di heman de mê de siyasî ne jî. Me li dijî mufredata ku cihêkariyan ava dike, didomîne, disepîne li kargean, li kolanan li her qadeke jiyanê têkoşîna xwe domand, ê têkoşîna xwe bidomînin.”