Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî

  • jin
  • 16:35 4 Gulan 2024
  • |
img
EDENE - Jinan xwestin rojnamevan Solîn Dal, Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên têkoşîna jinan didin meşandin demildest bên berdan û wiha gotin: “Heta ku em hevalên xwe bigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hûn nikarin têkoşîn û piştevaniya jinan asteng bikin.”
 
Platforma Jinan a Edeneyê têkildarî girtina endama Partiya Azadiya Civakî (TOP) Sedanûr Ûgûr û endama Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez ên di 2’yê nîsanê de di çalakiya li Îzmîrê li dijî hewldana darbeya hilbijartinê ya li Wanê hate lidarxistin de hatin binçavkirin û girtina nûçegihana ajansa me Esra Solîn Dal a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî lê hate ferzkirin li Parka Înonuyê daxuyanî da. 
 
‘BILA HEMÛ BERPIRSYAR BÊN CEZAKIRIN’ 
 
Di daxuyaniya ku pankarta “Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî! Piştevaniya jinan dê serbikeve” hate vekirin de metna çapemeniyê endama Piştevaniya Mor Zelîha Korkmaz xwend. Korkmaz, diyar kir ku Ûgûr û Orkmez ji ber piştevaniya bi vîna gelê Wanê re hate girtin û wiha got: “Hevrêyên me ji roja ewil hatine girtin ve daxwaz dikin ku derbasî qawişa siyasî bibin. Berdin ku daxwaza wan were bicihanîn, bi hefteyan e rastî heqaret û gefên gardiyanan û rêveberên girtîgehê tên. Midûrê girtîgehê bersiva telefonên parlamenteran jî nade. Ev gav û provokasyon bûn sedem ku hevalên me li hundir ji aliyê bersûcên edlî bên derbkirin. Seda û Sîbel tevî hemû bêhiqûqî, gef û tundiyê li ser piyan e. Em jî weke jinan weke li her bajarî ji Edeneyê careke din bang hişyar dikin; Seda û Sîbelê demildest berdin. Bila hemû berpirsyarên bûne sedema tundiyê bên cezakirin.”
 
‘BI DEHAN ROJNAMEVAN BI AWAYEKÎ BÊHIQÛQÎ GIRTÎ NE’ 
 
Korkmaz, bertek nîşanî girtina Solîn Dal û lêgerîna tazî ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lê hatiye kirin da û got: “Esra niha li hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. Edaleta mêr her roj hewl bide ku têkoşîna jinan krîmînalîze bike jî nikare. Lêgerîna tazî sûcê mirovahiyê ye. Bi dehan rojnamevan bi awayekî neheq û bêhiqûqî girtî ne. Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Zirar bigihe mûyekî porê hevalên me berpirsyarê wan rêveberiyên girtîgehan, wezareta têkildar û hikumet e. Em ê heta hevalên xwe bigirin têkoşîna xwe bidomînin. Hûn nikarin têkoşîn û piştevaniya jinan asteng bikin.”