Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin

  • jin
  • 23:19 4 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora meha Nîsanê ya KCDP’ê 32 jin hatine qetilkirin û 13 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Plaftforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha Nîsanê aşkera kir. Li gorî raporê di meha Nîsanê de 32 jin hatin qetilkirin û 13 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Di raporê de hat gotin ku 10 jin ji ber xwestine dest ji mêr berdin, lihevhatin redkirine, zewac redkirine, têkilî red kirine û jinek ji ber dê û bavê wê li hev nehatine, yek bi hinceta xwedîkirina pisîkê, yek bi hinceta ku zarokê wê kevir avêtiye, yek jî bi hinceta aboriyê hatiye qetilkirin û 18 heb jî nehatiye tespîtkirin ku bi kîjan hincetan hatine qetilkirin.