Li Cizîrê 2 kes hatin girtin 2023-06-08 22:20:25   ŞIRNEX - Ji sê kesên ku li Cizîrê hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin.   Li Cizîr a Şirnexê duh danê sibehê bi ser malan de hat girtin. Di avêtina ser malan de A.R, M.R. û R.T hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê her sê kes sewqî edliyeyê hatin kirin. A.R. piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan û M.R. û R.T. jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   M.R. û R.T. bi îdiaya ku "şahidekî nepen" îfade li ser wan daye hatin girtin.