ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-09 09:00:11       * Welatiyan destnîşan kir ku heya meseleya kurd çareser nebe, aboriya Tirkiyeyê rast nabe.    * Waniyan diyar kir ku divê HDP'î daxilî nava gel bibin û gotin ku dê bi vê yekê re serkeftinên mezin bi dest bikevin.    * Memdûh Parilti ku di Girtîgeha Eregliyê de ye, çendî înfaza cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî 6 meh in nayê berdan. Parilti, 30 sal û 6 meh in girtiye.    * Parlementera Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş Altin diyar kir ku ew ê li meclisê ji bo ciwanan bixebite û got ku ew ê tevî jinên ciwan rêya guherînê bibînin.   * Firat û Emrah Nebîoglû yên birayên hev ku girtî ne nexweş in û nayên tedawîkirin. Firat sewqî nexweşxaneyê nakin û Emrah jî tevî ku ji sedî 94 astengdar e nayê tehliyekirin.    * Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe, diyar kir ku dê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê ya li Meclisê avabûyî bisekinin û wiha got: “Li Meclisê hejmarek heye lê têkoşîn li kolanan e, wesfa me heye.   * Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bandora tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: “Tecrîd, dikare bi têkoşîneke hevpar bê bidawîkirin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 809’emîn de berdewam bike.    * Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Stenbolêtêkildarî reqamên enflasyonê ku TUÎK'ê eşkere kir dê li ber Midûriyeta Herêma Stenbolê ya wê saziyê daxuyanî bide. (12.00)