ÎKK a TMMOB’a Amedê bangî hempîşeyên xwe kir

img
AMED - Maseya Krîzê ya Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Amedê bang li endezyar û avahîsazan kir û got ku yên dixwazin bi wan re li qadê bixebitin bila bi wan re peywendiyan deynin. 
 
Lijneya Koordînasyona Bajar  (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma erdhejê hewcehî bi endezyar, avahîsaz û teknîkeran heye û bang li hempîşeyên xwe kir ku kesên dixwazin li qadên erdhejê bi wan re bixebitin, bi wan re peywendiyan deynin. 
 
ÎKK a TMMOB’a Amedê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî banga piştevaniyê kir û wiha got: “Hempîşeyên me yên hêja; ji ber karesata erdhejê ya li bajarên derdorê çêbûyîn, hewcehî bi kesên di xebatên belavkirina alîkariyan de cih digirin û li qadê bikarin çalak bixebitin neye. Hevalên ku dixwazin tev li xebatan bibin, dikarin xwe li ser vê hejmarê bigihînin me: Selma Aslan 05304263554”