Li Semsûrê piştî israra welatiyan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin

img
SEMSÛR - Li Taxa Yeniyê ya Semsûrê 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin. 
 
Li Taxa Yeniyê ya Semsûrê bi israra welatiyan piştî 36 saetan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin. Li Taxa Yeniyê ji bin kavilên avahiyeke du blokî dê û law û li heman taxê jî ji bin kavilên avahiyeke din jî bav û kurên wî Mehmet û Mûrat Firat bi saxî hatin derxistin.