Ji belavkirina alîkariyê re şertê ‘kontrola polîsan’

img
MELETÎ - Destûr hat dayîn ku pêdiviyên HDP'ê şandin Meletiyê bi hinceta OHAL’ê di bin kontrola polîsan de bên belavkirin.
 
Li 10 bajarên ku ji erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ku navenda wê Meletî çêbû bi bandor bûn Rewşa Awarte (OHAL) hate îlankirin. Pêdiviyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berhev kirin û şandin herêma erdhejê, bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) destûr hate dayin ku di bin kontrola polîsan de were belavkirin. Alîkariyên ku di wesayîteke ketina navçeya Wêranşara Meletiyê hate rawestandin bi polîsan re hate belavkirin. 
 
 
Li aliyê din Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Garo Paylan, Meral Daniş Beştaş û Berdan Ozturk her çiqas xwestibin biçin serdana gundên Meletiyê ku ji ber erdhejê zirareke mezin gihiştiyê û agahî jê nayên girtin jî ji ber barîna berfa zêde ji nava rê vegeriyan.