3 qurbaniyên erdhejê li Geverê hatin veşartin

img
COLEMÊRG - Selcan Bagiş û du zarokên xwe ku li erdheja Hatayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li gundê Manîs ê Geverê hatin veşartin. 
 
Selcan Bagiş (29) û kurê xwe Abdullah Efe û keça xwe Sila ku di erdheja li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê de jiyana xwe ji dest dabûn, îro cenazeyê wan birin navçeya Gevera Colemêrgê. Cenazeyê dayik û zarokên wê li gundê Manîs ê Geverê hatin veşartin. 
 
Abuzeyt Yalçin piştî veşartina cenazeyan axivî û da zanîn ku ew ji Geverê çûye hawara keça xwe û du neviyên xwe û kêliya ewilî kes nêzî kavilan nedibû û tevî hemû îkazan jî ketiye bin kavilê avahiyê û keça û neviyên xwe derxistiye. Yalçin diyar kir ku her sêyan hev hembêz kiribûn û got: “Xwedê vê yekê neyîne serê tu kesî.”