Du kesên din ji Apartmana Akarê bi saxî hatin derxistin

img

AMED - Jina bi navê Hediye Arslan û jineke din a ku navê wê nehat zanîn, di roja 3’yemîn a erdhejê de ji bin xerabeyên Apartmana Akarê bi saxî hatin derxistin.

Apartmana Akar ku di nava gel de weke Apartmana Hîsamî tê tê zanîn û li Kolana 482'yan a Cadeya Emekê ya navçeya Rezan a Amedê ye, di erdhejê de hilweşiya bû. Îro di danê nîvro de jî jina bi navê Hediye Arslan û jineke ku navê wê nehat zanîn, bi saxî hatin derxistin. Her wiha di nava rojê de 8 cenaze jî hatin derxistin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku li gorî texmîna wan 130 kes di apartmanê de hebûn û ji van heta niha 42 kes jê hatine derxistin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li ser kavilên apartmanê berdewam in.