HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe ve li cem mexdûrên erdhejê ye

img

AMED - Rêxistina HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe li cem mexdûrên erdhejê ye û 24 saetên rojê alîkariyê dide mexdûrên erdhejê. Her wiha şandeyeke ji parlamenteran pêk tê jî li qadên kavilan digere.

Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhejên Bazarcix a Mereşê yên bi pileyên 7,7 û 7,6 bibandor bûyî jî Amed e. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgirî û alîkariya bi mexdûrên erdhejê re, bi hemû kadroyên xwe daketiye qadê. HDP’î hewl didin xwe bigihînin hemû mexdûran. Her wiha Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Mûrat Sarisaç, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku li şuna wê qeyûm hatiye tayînkirin û şandeyeke pê re ji bo piştevaniya bi malbatên xizmên xwe di bin xerabeyên apartmanên Işik û Akar ên li ser Cadeya Sento ya Rezanê, Navenda Kargehan a Galeria ya li ser Cadeya Xarpêtê, Apartmana Cengîzlera li Semta Tesîsler û Apartmana Sozel a li Semta Ofîsê winda kirin, diçin serdanan.

‘LI ŞÛNA KU ALÎKARIYÊ BIDIN LI WIR POLÎS BI CIH KIRINE’

Parlamenteran di serdanan de pirsgirêkên gel guhdar kirin û hewl dan jê re bibin çareserî. Mexdûrên erdhejê bi qasî tê xwestin piştgiriyê nadin wan û bi saya derfetên dilxwazan xwe li ser pêyan digirin. Mexdûrekî erdhejê berteka xwe wiha nîşan da: “Li vê derê ne tîmên alîkariyê lê tije polîs kirine. Em li dijî vê yekê ne. Ji kerema xwe hesaba vê bipirsin, bibin dengê me.”