Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin

  • rojane
  • 16:49 8 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Azîze Yagiz ku du caran înfaza wê hatibû şewitandin, piştî biryara AYM’ê ya “binpêkirinê” hate berdan. Yagiz, li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin. 
 
Azîze Yagiz, di sala 2010’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi sedema xebatên siyasî hate girtin. Çîçek ji dosyayên cuda hate darizandin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Li gel ku endama rêxistinê nîne jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 13 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Yagiz, li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T a Tarsûsê dihat ragirtin û duh hate berdan. Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê du caran bi îdiaya “rewşa nebaş” tehliyeya Yagiz asteng kiribû. Li ser vê yekê parêzerên Yagiz ji bo jinûvedarizandinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn.
 
AYM’ê di sala 2021’an de ji bo “Li gel ku endama rêxistinê nîne jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” biryareke pîlot dabû û ji bo guherîneke qanûnî were kirin ji Meclisê re şandibû.   Lê belê heta niha jî guherîneke qanûnî nehatiye kirin. Li ser vê yekê parêzeran xwest ku biryara “binpêkirinê” were dayîn û ji bo muwekîla wan jinûve were darizandin serlêdan kirin. AYM’ê ev serlêdan nirxand, ji ber tawanbariya li Yagiz tê kirin biryara “binpêkirinê” da û daxwaza jinûvedarizandinê qebûl kir. 
 
Yagiz, piştî biryara AYM’ê duh hate berdan. Yagiz îro jî hate warê xwe anku Nisêbîn a Mêrdînê û derbasî Taxa 8’ê Adarê bû. Yagiz, bi girseyî û bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin.