Kadîr Şeker hat berdan

  • rojane
  • 20:03 8 Hezîran 2023
  • |
img
KONYA –  Kadîr Şekirê ku piştî cezayê lê hatibû birîn hatibû pesendkirin û ew xistibûn girtîgeha vekirî, ji ber covîd-19'ê heya 31'ê Tîrmehê bi awayekî destûr hat berdan. 
 
Li Konyayê Ozgur Dûran li naverasta kolanê tundiyê li Ayşe Dirla dikir. Kadîr Şeker jî xwest li hawara Ayşeyê biçe. Lê di encama vê yekê de Dûran ji aliyê Kadîr Şeker ve hat kuştin. Dadgeha xwecihî 10 sal û 10 meh cezayê hepsê li Şeker birîbû. Piştî ku Dadgeha Bilind 10 sal û 10 me cezayê li Şeker hatibû birîn pesend kiribû, Şeker di 1'ê Hezîranê de hatibû girtin. 
 
Şekerê ku di girtî vekirî de bû, ji ber covîd-19'ê heya 31'ê Tîrmehê bi awayekî destûr hat berdan.