ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 9 Hezîran 2023
  • |
img
 
 
* Welatiyan destnîşan kir ku heya meseleya kurd çareser nebe, aboriya Tirkiyeyê rast nabe. 
 
* Waniyan diyar kir ku divê HDP'î daxilî nava gel bibin û gotin ku dê bi vê yekê re serkeftinên mezin bi dest bikevin. 
 
* Memdûh Parilti ku di Girtîgeha Eregliyê de ye, çendî înfaza cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî 6 meh in nayê berdan. Parilti, 30 sal û 6 meh in girtiye. 
 
* Parlementera Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş Altin diyar kir ku ew ê li meclisê ji bo ciwanan bixebite û got ku ew ê tevî jinên ciwan rêya guherînê bibînin.
 
* Firat û Emrah Nebîoglû yên birayên hev ku girtî ne nexweş in û nayên tedawîkirin. Firat sewqî nexweşxaneyê nakin û Emrah jî tevî ku ji sedî 94 astengdar e nayê tehliyekirin. 
 
* Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe, diyar kir ku dê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê ya li Meclisê avabûyî bisekinin û wiha got: “Li Meclisê hejmarek heye lê têkoşîn li kolanan e, wesfa me heye.
 
* Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bandora tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: “Tecrîd, dikare bi têkoşîneke hevpar bê bidawîkirin.”
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 809’emîn de berdewam bike. 
 
* Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Stenbolêtêkildarî reqamên enflasyonê ku TUÎK'ê eşkere kir dê li ber Midûriyeta Herêma Stenbolê ya wê saziyê daxuyanî bide. (12.00)