Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin

  • rojane
  • 16:14 25 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Şahidên di danişîna doza derbarê 3 rojnamevanên dema girtina rojnamevanan şermezar dikirin hatin binçavkirin de hatin guhdarkirin, tundiya polîsan vegot. 
 
Danişîna doza bi îdiaya “Muxalefeta li Dijî Qanûna Hejmar a 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandanan” derbarê rojnamevan Sîbel Yukler, Denîz Nazlim û Yildiz Tar ên dema girtina rojnamevanan a li Amedê şermezar kirin hatibûn binçavkirin de hatiye vekirin li 71’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê hate lidarxistin. Rojnamevan Huseyîn Aykol, Eren Guven û Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş’ê Tûrgût Dedeoglû jî weke şahid hatin guhdarkirin. 
 
Danişîna ku piştî tespîtkirina nasnameyan hate destpêkirin, piştî xwendina ewraqên li dosyayê hatin zêdekirin, Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş’ê Tûrgût Dedeoglû hate guhdarkirin. 
 
ROJNAMEVANÊN ŞAHID HATIN GUHDARKIRIN 
 
Dedeoglû, anî ziman ku ji bo girtina rojnamevanan şermezar bikin xwestin daxuyaniyê bidin û diyar kir ku ev mijar bi devkî ji Walîtiya Enqereyê re ragihandine. Dedeoglû wiha domand: “Me xwest li Qada Ûlûs ku qadeke Walîtî destûrê dide ye. Me ev yek bi awayekî devkî ragihand. Dema em wê rojê çûn ewlehiyeke zêde ya polîsan hebû. Amirekî polîsan got ‘Em îro destûrê nadin we’. Polîs bêyî ku destûrê bidin dest bi dûrxistina me ya ji wir kirin. Di vê navberê de min dîtin ku jin û mêr her kes binçavkirin û rojnamevanên tên darizandin hatin derbkirin. Rojnamevanên hatin binçavkirin, rojnamevanên ku xwestin daxuyaniya çapemeniyê bişopînin bûn.”
 
Huseyîn Aykol ê weke şahid hate guhdarkirin jî anî ziman ku ji bo tev li daxuyaniya çapemeniyê bibe çûye Qada Ûlûsê lê bêyî ku bigihe qada daxuyaniyê dîtiye ku rojnamevan bi mûameleya nebaş a polîsan hatin binçavkirin. Aykol, bi lêv kir ku hişyariyeke polîsan a ku rojnamevan belav bibin jî nehatiye kirin. 
 
TUNDIYA POLÎSAN VEGOT
 
Rojnamevan Eren Guven ê herî dawî hate guhdarkirin jî wiha got: “Ez jî dema binçavkirinê li wir bûm. Armanc ew bû ku ji bo rojnamevanên hatine girtin daxuyanî bê dayîn. Di nava rojnamevanên hatin girtin de hempîşeyên min ên beriya niha ez pê re xebitî bûm hebûn. Ji ber vê yekê min xwest tev li daxuyaniyê bibim. Lê bêyî ku ji bo daxuyaniya çapemeniyê kom bibin rojnamevan hatin binçavkirin. Ez bûm şahidê mûameleya xerab a li rojnamevanan hate kirin û qêrîna wan. Kameraya min jî şikest. Anonsek jî nehate kirin ku belav bibin, ji xwe em hêj negihiştibûn cihê daxuyaniyê. Denîz Nazlim li cem min bû. Ez bûm şahid ku Denîz bi lêdanê hate binçavkirin. Min qêrîna rojnamevanên din ên hatin binçavkirin bihîst.”
 
DOZ LI ROJNAMEVANAN HATE VEKIRIN 
 
Pişt re parêzer Muhammed Unsal axivî û got: “Di navbera danişînê de nivîsa ku ji walîtiyê hatiye, radigihîne ku têkildarî daxuyaniyê qedexeyek nîne. Di vî warî de nikare qala civîneke derqanûnî bê kirin. Ji delîlên heyî li holê ye ku sûc pêk nehatiye.”
 
Parêzer Gulan Çagin Kalelî Koçer jî wiha got: “Muwekîlan ragihand ku roja bûyerê di dema binçavkirinê de rastî mûameleya nebaş hatine. Lê dozger derbarê vê de tu kirarî nekirin. Tevî ku kirarî nehate kirin, piştî gilîkirina hêzên ewlehiyê çar mehan îdianame hate amadekirin û doz hate vekirin. Ji ber ku gilî kirin ev doz derbarê muwekîlên me de hate vekirin.”
 
Danişîn, bi biryara ku li benda nivîsa ji Midûriyeta Polîsan a Enqereyê re ji bo dîmenên aydê roja bûyerê bên xwestin bê sekinîn, taloqî 19’ê îlonê hate kirin.