Li Stenbolê jinek hat qetilkirin

  • rojane
  • 18:56 25 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Li Kartal a Stenbolê li rezîdansekê mêrê bi navê Omer Oktem jina bi navê Selîn Yalinê bi çekê qetil kir.
 
Li navçeya Kartal a Stnebolê li rezîansekê mêrê bi navê Omer Oktem, Selîn Yalin ku demek ku pê re dijiya bi çekê qetil kir. Gumanbar piştre li malbata Selînê geriya û got Selînê xwe kuştiye.
 
Malbatê agahî da polîsan û polîsên hatin cihê bûyerê Yalinê mirî dîtin. Polîsan gumanbar jî binçav kir.