Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn

img

NÎGDE - Di qezaya trafîkê ya li ser Otorêya Nîgde-Enqereyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 jê giran bi giştî 34 kes jî birîndar bûn. 

Li ser Otorêya Nîgde-Enqereyê otobûseke rêwiyan wergeriya. Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 jê giran bi giştî 34 kes jî birîndar bûn. Qeza saet derdora 02.55’an li devera Alayhan a girêdayî Aksarayê çêbû. Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 79 AF 880 a Metro Turîzmê ku Hannan Samanoglû (52) diajot, ji kontrolê derket û wergeriya. Li ser îxbatê jî komên AFAD, polîs, cendirme, tenduristî û agirkujiyê hatin sewqkirin. 
 
Di otobûsê de 42 kes hebûn. Ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 jê giran bi giştî 34 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran 24 jê rakirin nexweşxaneyên Aksarayê û yên din jî birin Nîgde, Nevşehîr û Kirşehîrê.