Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava salekê de di encama êrişên dewleta tirk û rejîma Îranê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin. 
 
Êrişên li dijî kolberên li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê, Herêma Federe ya Kurdistanê û bakurê Kurdistanê berdewam in. Tenê di nava hefteya dawî de herî kêm 2 kolber hatin qetilkirin. Binpêkirinên li dijî kolberan gelek caran qet nabin rojev jî. Çavkaniyên di vê mijarê de gelek bisînor in. 
 
Li gorî Kolbernewsê ku binpêkirinên li dijî kolberan dike nûçe, Di nava 13 salên dawî de herî kêm 681 kolber hatin qetilkirin. Di êrişan de hezar û 728 kolber jî birîndar bûn. Kolberên di van demên dawî de hatine qetilkirin li vê hejmarê nehatiye zêdekirin. 
 
Her wiha li gorî rapora Kolbernewsê; di navbera 1’ê gulana 2023’yan û 1’ê gulana 2024’an de 52 kolber hatine qetilkirin û 450 jî birîndar bûn. 
 
Di encama êrişa hêzên rejîma Îranê yên duh de welatiyê bi navê Celal Suhrabî yê ji bajarê Baneyê hat qetilkirin. Suhrabî yê 40 salî zewicî bû û 2 zarokên wî hebûn. 
 
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê jî di 1’ê gulanê de li bajarê Seqizê gule li kolberan hatin reşandin û Hêmîn Ehmedî yê 45 salî hate qetilkirin.