Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin

img
MÊRDÎN/ ÎZMÎR - Di encama serdegirtinên malan ên li Nisêbînê de kesek û yên li Îzmîrê de jî derhênerê hunerê yê belgefîlma Bakur Koray Kesîk hate binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de li gundê Marîn ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi ser 3 malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Abdurrahîm Dayan hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Dayan nehat zanîn û birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. 
 
Her wiha li navçeya Artukluyê jî duh bi ser malan de hatibû girtin. Di serdegirtinan de xwendekarên bi navên Ozgur Zîrek û Nûrûllah Durmaz hatin binçavkirin û piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
ÎZMÎR
 
Her wiha polîsan li Îzmîrê bi ser mala derhêner Koray Kesîk de girtin û binçav kirin. Belgefîlma Bakur jî di nav de Kesîk derhêneriya hunerê û dîmen a gelek fîlman kiriye. Her wiha Kesîk di nava belgefîlmên “Pira Ciwanên Şoreşger” û “Rabirdû Nebû Dema Bihûrî” de jî cih girt.