DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da

img
ENQERE - Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da û wiha got: “Ji Koçgiriyê heta Dêrsimê, ji Mereşê heta Roboskê heta faşîzma yekperest a serdest bi tu komkujiyan re hevrû nebû û ev faşîzm hate domandin. Vê yekê jî ji bo komkujiyên nû cisaret da.” 
 
Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mutlu û Mahfûz Guleryuz bi boneya salvegera Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Komkujiya Dêrsimê bi polîtîkayên asîmîlasyonê tê domandin û wiha hate gotin: “Hêj niha jî hewl didin bi sepanên yek ziman û yek olî Dêrsimê asîmîle bikin. Ji bo aştiya me ya civakî divê dev ji van sepanan bê berdan.”
 
ZÊDETIRÎ 50 HEZAR KES HATIN QETILKIRIN
 
Bi domdarî hat gotin ku xelkê Dêrsimê di dîroka xwe de tu caran serî netewand û her tim azad jiya û wiha pê de çû: “Ji serdema Osmaniyan heta roja me Dêrsim hema hema rastî êrişên hemû îktîdaran hat. Bi biryara Lijneya Wezîran a di 4’ê gulana 1937’an de yek ji komkujiyên herî xwînî yên dîrokê hate mohrkirin. Pîr Seyîd Riza, kurê wî û hemû rêhevalên wî di 15’ê Mijdara 1937’an de ji hêla dadgeheke li Xarpêtê ve hatin bidarvekirin. Li gorî daneyên fermî 13 hezar kes û li gorî çavkaniyên herêmî jî zêdetirî 50 hezar kes hatin qetilkirin. Her wiha bi deh hezaran kes bi darê zorê hatin koçberkirin.” 
 
‘BI KOMKUJIYAN RE HEVRÛ BIBIN’
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ji Koçgiriyê heta Dêrsimê, ji Mereşê heta Roboskê heta faşîzma yekperest a serdest bi tu komkujiyan re hevrû nebû û ev faşîzm hate domandin. Vê yekê jî ji bo komkujiyên nû cisaret da. Em dizanin ku hevrûbûna bi van komkujiyan re û hevrûbûna dewletê ya bi sûcên xwe dê were wê wateyê ku êdî van sûcan dubare neke. Di serî de Seyîd Riza ê 80 salî û zarokên wî, em bîranîna hemû kesên di vê komkujiyê de hatine gulebarankirin, bi singuyan hatine qetilkirin, hatin bombebarankirin, yên di zinaran de hatine avêtin, yên hatin şewitandin, jehrîkirin, qetil kirin, bidarvekirin û bi dehhezaran kesên hatine sirgunkirin di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin. 
 
Em li ber têkoşîna birûmet a kesên me winda kirin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em xwedî li berxwedana dîrokî ya Seyîd Riza, rêhevalên wî û gelê Dêrsimê ya li dijî vê komkujiyê derdikevin. Me serî netewand û xwe gihand van rojan. Heta ku ev qirkirin tên ronîkirin jî dê têkoşîna me bidome.”