Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da û gelek kesan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyamên sersaxiyê weşandin. Di peyaman de hat gotin ku Başlangiç tenê bi nivîsandina rastiyan re bisînor nema û di heman demê de ji bo heqîqetê têkoşiya. 
 
Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da û rojnameger, siyasetmedar û hunermend jî di nav de gelek kesan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyamên sersaxiyê weşandin. Çendek peyamên hatine weşandin wiha ne: 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê: Rojnameger Celal Başlangiç ev demekî dirêj bû li Koln a Almanyayê ji ber penceşêrê diha tedawîkirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Başlangiç, bi rojnamegeriya xwe ji bo hempîşeyên xwe mînak bû. Her tim li rex têkoşîna Çapemeniya Azad cih girt. Heqîqet ji xwe re kiribû rêgezek û tenê bi nivîsandina rastiyan bisînor nema. Di heman demê de ji bo heqîqetê têkoşiya. Me agahiya wefata hempîşeyê xwe yê hêja bi xemgînî bihîst. Em ji malbat û hempîşeyên wî re sersaxiyê dixwazin. 
 
Komeleya Rojnamegerên Hemdem: Qet netirsiya û bi dilwêrekî nûçeyên xwe çêkir. Bi vê sekna xwe ji bo nifşên ciwan bû mînak. Me, hempîşeyê xwe Celal Başlangiç ku demekê serokatiya şaxa komeleya me ya Stenbolê jî kir, winda kir. sersaxiyê ji dost û malbata wî re dixwazin. 
 
Rojnameger-Nivîskar Ahmet Nesîn: Celal Başlangiç di van 45 salan de ma çe nekir, em bi hev re kenîn, me bi hev re vexwar, ketin pêşbirka nûçeyan, em bi hev re têkoşiyan, me nîqaş kirin, şer kirin lê dê niha mîna gêjan bigerim. Her tiştek li paş ma lê xweşikiya te her tim bi min re ye. 
 
ROJNAMEGERIYA RASTIYÊ KIR
 
Gerînendeyê Giştî yê Weşana Halk TV’yê Sûat Toktaş: Rojnamegeriya cidî ya di salên 90’î de dihat wateya rûbirûmayîna bi mirinê re. Lê Celal Başlangiç bêyî bitirse tevgeriya. Rojnamegeriya rastiyê kir û ji bo demokrasî û azadiyê têkoşiya. Di roja azadiya çapemeniyê ya cîhanê de me agahiya wefata wî girt. Ez li ber cisareta te bejna xwe ditewînim #CelalBaşlangıç
 
Rojnameger Îsmaîl Saymaz: Celal Başlangiç çû. Kekê Celal derheqê binpêkirinên mafên mirovan de gelek nûçe çêkir û nivîs nivîsand. Rojnamegerekî bijarte bû û rewşenbîrek bû ku ji bo rojnamegerî, ked û demokrasiyê têdikoşiya. Ez her tim serbilindim ku em li Radîkalê bi hev re xebitîn. Ruhê wî şad be. 
 
Di heman demê de hunermend Ferhat Tunç, rojnameger-nivîskar Hayko Bagdat, rojnameger Fehîm Taştekîn, parlamenterê CHP’ê yê berê û rojnameger Bariş Yarkadaş, rojnameger Çîgdem Toker, Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan jî peyamên sersaxiyê weşandin.