DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir

ENQERE - Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş’ê Tûrgût Dedeoglû bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê serdana MA’yê kir. 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapxane Weşan Çapemenî ya Tirkiyeyê (Basin-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Tûrgût Dedeoglû bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê serdana buroya Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê kir. 
 
Dedeoglû yê piştî serdanê axivî, diyar kir ku di serî de rojnamevanên li MA û JINNEWS’ê dixebitin hemû xebatkarên Çapemeniya Azad bi zext, pişaftin, zordarî û astengiyê re rû bi rû dimînin. Dedeoglû anî ziman ku bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê dê ji rojnamevanên girtî re nameyan bişînin. Dedeoglû, bi bîr xist ku di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ku Rojnamevanên Sînornenas (RSF) her sal li dar dixe Tirkiye di nava 180 welatan rêza 165’emîn de ye û wiha got: “Ev rewş ne rewşeke baş e, li pêşiya me gelek welat hene. Ji Efrîkayê bigirin heta Ûkrayna û Çînê jî li pêşiya me ne.”
 
’11 HEVALÊN ME DI GIRTÎGEHÊ DE NE’ 
 
Rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ê pişt re axivî jî wiha got: “Bi taybetî beriya bûyerên mezin ên dê li Tirkiyeyê biqewimin her tim li dijî me operasyon tên kirin û hevalên me tên girtin. Niha 11 hevalên me di girtîgehê de ne. Rewşeke sîrkulasyonê heye. 34 salên dawî weke Çapemeniya Azad nêzî 50 hevalên me şehîd ketin. Em hewl didin di bin êrişeke wiha de rojnamevaniyê bikin. Em roja azadiya çapemeniyê ya dinyayê di hawireke wiha de pîroz dikin. Lê em ê têkoşînê bidomînin ji ber ku rojnamevaniyê weke teşeya jiyanê dibînin. Dewlet çi dikin bila bikin.”