Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn

DÊRSIM - Bi boneya salvegera Komkujiya Dêrsimê, ji bo bîranîna Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn. 
 
Di 4’ê Gulana sala 1937’an de Komkujiya Dêrsimê hate destpêkirin. Bi boneya salvegera komkujiyê, li Dêrsimê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Ji pêşengên berxwedana li dijî komkujiyê Seyîd Riza û rêhevalên wî li gundê Axdat ê Pulurê hatin bibîranîn. Ji bo bîranîna Seyîd Riza û rêhevalên wî, 40 şitil hatin danîn. Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Şaredariya Dêrsimê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û xizmên Seyîd Riza tev li merasîma bîranînê bûn. 
 
KESÊN HATIN QETILKIRIN HATIN BIBÎRANÎN
 
Di bîranînê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî çerax hatin vêxistin. Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan gotinên Seyîd Riza ên di dema bidarvekirinê de bi bîr xist. Dogan, wiha domand: “Em îro li ser xaka ku Seyîd Riza û rêhevalên wî lê bêhn distand, li ser vê xaka pîroz in. Ez bejna xwe li ber Seyîd Riza û yên li gel wî ku ji bo gel, bawerî û nasnameya xwe ya neteweyî canê xwe feda kirin ditewînim.” 
 
Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete jî bal kişand ser êrişên li dijî goristanan û ev tişt anî ziman: “Ez li hemberî canên ku di rêya azadiyê de ji bo rêya heq canê xwe feda kirin bi rêzdarî ditewînim. Ev der bîra gel e, hafize ye û piştperdeya wê ye. Cih, hînbûneke çandî ye. Ji ber vê yekê di serî de Dêrsim, li hemû deverên komkujî lê hatine kirin ji ewil cihên civakî hatine qirkirin. Xwedîbûna kêla gorekê, xwedîbûna cihekî, xwedîbûna çand, dîrok û zimanekî ye. Lewma gora pîrê me û yên di rêya heqîqetê de bi wî re meşiyayîn tune kirin.” 
 
'ZAROKÊN SEYÎD RIZA TÊKOŞÎNA XWE DIDOMÎNIN’ 
 
Serokê Şaxa PSAKD’ê ya Dêrsimê Ekber Kaya diyar kir ku di navbera 1937-1938'an de nêzî 70 hezar kes hatin qetilkirin û got: “Dewlet bila lêborînê bixwaze. Bila cihên goran eşkere bike.” 
 
Hevseroka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî 4’ê Gulanê weke “Roja reş” pênase kir û wiha domand: “Li tu deverekê dinyayê xerabiyeke wiha birêxistinkirî nehatiye dîtin. Zarok û neviyên Seyîd Riza û nifşên ciwan têkoşîna xwe ya li dijî roja reş didomînin. Divê li dijî vê xerabiya birêxistinkirî em jî berxwedaneke birêxistinkirî raber bikin.” 
 
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan jî destnîşan kir ku komkujiyê di hafizeyê de şopên kûr hiştiye û wiha bi dawî kir: “Ev xak, xaka bi hezaran nirxan, xaka kesên bêkefen ketine ser axê ne. Em ê hesaba van komkujiyan bipirsin.” 
 
Di bîranînê de ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn. 
 
Dê sibe jî li navenda bajar bîranîna 4’ê Gulanê bê lidarxistin.