Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê

img
AMED - Şandeyeke EMEP’ê ku parlamenter Sevda Karaca jî di nav de bû, bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li Amedê çûn serdana dezgehên çapemeniyê. 
 
Şandeyeke ji Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Amedê, Meclisa Ciwanan û Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca pêk dihat, bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê çûn serdana dezgehên çapemeniyê. Di çarçoveya serdanan de şande çû serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK Basin-Îş, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê. 
 
Di serdanan de şandeyê bal kişand ser zextên li ser çapemeniya kurd û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.