Hevşaredarê Êlihê diyar bû

img
ÊLIH - Ferah Solmaz weke Hevşaredarê Êlihê hate hilbijartin. 
 
Koordînasyona Lijneyan a Êlihê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hevşaredarê nû daxuyanî da. Hat ragihandin ku Ferah Solmaz ku endamê Meclisa Şaredariyê bû, weke hevşaredar hatiye hilbijartin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk geşedanên di pêvajoya hilbijartinê û ya piştre de bi bîr xist û got ku êrişên li dijî pergala hevserokatiyê vala hatine derxistin. Tekîk, bi domdarî spasiya gel kir û wiha got: “Beriya hilbijartinê di mijara hevserokatiyê de hinek nîqaş hatibûn jiyîn. Partiya me hemû pêvajo bi awayekî şefaf meşand, di mijara diyarkirina hevşaredar de hinek xebat meşan, hevdîtin kir û pêvajo temam kir. Weke ku lijneyên peywirdar ên partiya me jî diyar kirî, hat ragihandin ku dê piştî hilbijartinê dê ji Meclisa Şaredariyê kesek were diyarkirin. Di çarçoveya lihevkirina bajar de jî pêşniyarên saziyên demokratîk û dost hatine guhdarîkirin. Em ji gelê xwe yê hêja re radigihînin ku endamê me yê meclisê birêz Ferah Solmaz weke Hevşaredarê Êlihê hatiye hilbijartin.” 
 
Solmaz, dê li gel Gulistan Sonuk hevşaredartiyê bike.